Cara sêyemîn li Xelfetî pîrozbahiyeke giştî ji bo Newrozê hate lidarxistin. Cara sêyemîn hunermendên dewlemend hatin bajarê me û bi me re ev roja taybet pîroz kirin.
Pir baş tê bîra min - û ez dizanim - pir baş te bîra gelek kesê din jî... Çend sal berî vê Newroz hîn qedexe bû. Ne tenê li ser vê rojê; li ser çand û zimanê me jî astengiyên xort hebûn. Kesî nikaribû bi haviyeke azad behsa van tiştan bikira.
Wextê ev roj nêz dibu, tenê deh-bîst ciwan diwêriyan agir vêxin û Newrozê pîroz bikin.
Li ser depoya kevin, li cihê ku ji xeynî kevir û çolan tiştek tune bû, her sal çirayek vêdiket. Û li ser qota Dara Zaretê jî ev agir serê xwe hildida û bi ronahiya xwe mizgînî dida hemû gundên derdorê. Gencên wê çaxê lastîken erebeyan didizandin, dibirin ser qota Zaretê û li wir agirê Newrozê vêdixistin.
Lê demeke dirêj derbas nedibû heta ku cenderme bi wan dihesiyan û pê digihîştin. Wextê li derdora gund erebe diajotin, hemû kes dizanibu ku cenderme hatine. Ji wan pêtir erebeya tu kesî tune bû. Ji bo gencen Newrozê ev yek sînyala belawbûnê bû.
Her yek direviya aliyeke din û xwe ji cendermeyan vedişart.
Dema gencên wê çaxê îro wan şevan bi bîr tînin, bi rûkenî behsa ev Newrozên qedexe dikin. Ji boy wan ev heyecan bêhempa bû. Qedexeyeke xeter wergerandibûn lîstokeke bi heyecan. Sewa ku vê heyecanê hîs bikin, her sal amade bûn ku ev agirê qedexe vêxin û bala cendermeyên ku piştrev li pey wan direviyan bikişînin ser xwe.
Rojekê ez jî wek zarokek 6-7 salî tevli pîrozbahiyeke qedexe bûm. Sal 1994 bû. Di vê Newrozê de genc li pêşi camiya gund kom bûbûn. Yên mezin ji malan lastîk û texte dizandibûn, da ku agirê pêxin. Yekî, ez bawer im kurê muxtarê wê demê, ji mal teyba bavê xwe anîbu (yek ji ev teybên mezin û qert). Ji aparloyên teybê stranen Kurdî lêdiketin, lê ez nizanim kîjan hunermend kîjan stranê digotin. Texmînen kaseteke koma Berxwedanê bû.
Dengê teybê rakiribûn heta dawiyê. Û hemû genc li derdora agirê Newrozê baz didan, govend dikişandin. Zarokên tevlebûyî - yek ji wan ez bum - bi matmayî li mezinan dinihêrtin. Me caran çepik lêdixist, caran jî fîskanî.
Piştî demeke kin ji dûr ve çirayên du erebeyan dihatin xuyane. Û her kes dizanibû ku cenderme têne. Erebe nêzi me sekiniya, muzik hîn lediket lê govend sekiniyan.
Du cenderme jê derketin, di deste her yeki de kalaşnîkofek. Cendermeyên ciwan bûn, bi gencan re axivîn. Em zarok giş li derdora wan kom bûn û me ji xwe li wan nihêrt. Lê me ji gotinên mezinan pir tişt fehm nedikir.
Tansiyon hinek rabû, genc û cenderme li hev bang kirin. Piştrev cenderme vegeriyan erebê, bi hev re axivîn. Komek lê siwar bû, yekî din jê derket. Erebeyek di tariya şevê de wenda bû. Ya din hîn li cem me sekinîbû, û du cenderme li pêşî peyda bûn. Kalaşnîkofa wan li ser ustê wan bûn.
Genc ber bi agire çûn, dengê teybê kin kirin û dîsa derbasê govende bûn. Wan bazdan, emên biçûk di destpêkê de ji cendermê tirsiyan, lê me ferq kir ku ev li me tiştek nakin. me jî fiskanî lêxist.
Gencên mezin govendan dikişandin, zarok jî çepik.
Cenderme li me temaşe dikirin bêdeng bêdeng..
Belê, bîraninen min ên ve Newrozê bîraninên yekemîn Newroza jiyana min in.
Newroza min a heri ewil wihani derbas bûbû.
Û ya we?

Comments
Post a Comment