Leni Riefenstahl

Helene Bertha Amalie "LeniRiefenstahl (z. 22'ê tebaxa 1902 li Berlîn - m. 8'ê îlona 2003 li PöckingElmanya), reqsvan, derhêner û wênekêşeke elmanî bû.
Kurtejiyan
Riefenstahl di 22'ê tebaxa 1902 li Berlînê wek keça tucarê bi navê Alfred Riefenstahl û jina wî Bertha tê dinyayê. Ji 1918'an û pêde, piştî qedandina dibistanê, ew li lîseya Kollmorgen a akademiya hunerê ya li Berlînê kursên wênesaziyê distîne. Ji bilî vê, ew dest bi perwerdehiya dansê dike û li ba danskerê solo yê rûsî hînî balet û dansa nûjên dibe. Di sala 1920'an de ew wek danskereke serkeftî tevlî tûrên li Elmanya, Çekoslovakya û Swîsreyê dibe, lê di sala 1925'an de di çarçoveya şaneyeke de li Pragê dikeve xwarê û dev ji danskirina profesyonel berdide. Di sala 1926'an de Arnold Fanck, derhênerekî elman, dixwaze bila ew di fîlmeke wî de bilîze û bi vî havî Riefenstahl digel fîlma Der heilige Berg (Çiyayê pîroz) dest bi kariyera xwe ya lîstinê dike. Di heman demê de xwe hînî fîlm kişandin û derhêneriyê dike. Pênc sal bi şûnde ew şîrketa xwe ya fîlman bi navê Leni Riefenstahl Studio Film dadimezirîne. Fîlma wê ya ewil di sala 1932'an de bi navê Das blaue Licht (Çiraya şîn) derdikeve û Riefenstahl him derhêneriya wê kiriye him jî wek lîstikvan rola sereke lîstiye.
Film di çarçoveya Fîlmfestîvala Venedîgê de medalyaya zîv bidest dixe. Herwiha, fîlm li Elmanyayê jî rastî gelek ecibandinan tê û bala Adolf Hitler dikişîne ser xwe. Bi vî havî, di gulana 1932'an de hevdîtinek di nava Hitler û Riefenstahlê pêk tê ku dibe sedema hevaltiyeke gelek xurt. Piştî serkeftina nasyonalsosyalîstan Hitler di 14'ê hezîrana 1933'an de dixwaze bila Riefenstahl fîlmek derheqê mîtînga Reichspartei (Reichsparteitag) a li Nürnbergêbikişîne.

Riefenstahl û Hitler, di sala 1934'an de
Fîlma wê ya propagandayê ya bi navê Sieg des Glaubens (Serkeftina baweriyê) wek belgefîlmeke estetîk xwe-nimandina partiya karker a elman ya nasyonalsosyalîst NSDAP dike mijar.
Riefenstahl piştî demekê digel hunermendê esmangeriyê Ernst Udet tevlî gereke Grînlendayê dibe û li wir fîlma bi navê SOS Eisberg dikişîne.

Riefenstahl bi ekîba xwe di roja partiya NSDAP'ê de li Nürnbergê, di sala 1934'an de
Di sala 1934'an de Riefenstahl fîlma bi navê Triumpf des Willens (Serkeftina daxwazê) dikişîne ku salvegera partiya NSDAP'ê dike mijar, navê şîrketa wê wek Reichstagsfilm tê guhertin û bi vî havî bi awayekî fermî dibe enstrûmana propagandayê ya naziyan. Ji bo çêkirina fîlmê qasî 16 komên kamerayê tên ber hev kirin û ji 100 zêdetir karker tevlî xebatên fîlmê dibin. Ji qasî 60 saetên ku hatine kişandin yek ji fîlmên propagandayê yên herî bibandor ê dîrokê tê amade kirin. Saya mîhengên taybet ên kamerayê nasyonalsosyalîstên desthilat dikevin nava atmosfereke mîstîk û dibin xwediyê xuyabûneke pîrozmend. Ala û sembolên siyasî yên naziyan wek bi alîkariya efektên çira û muzîkê pêşde dikevin. Ev fîlma Riefenstahl bi xelata elman ya fîlmê û me medalyaya zêrîn a Venedîgê hat xelat kirin.
Gava di sala 1936'an de Lîstikên Olîmpîk li Berlinê pêk tên, komîteya rêxistinê daxwaz ji Riefenstahl dikin ku bila ew fîlmeke propagandîstîk li ser lîstikan bikişîne. Fîlm bi zehmetiyeke mezin tê kişandin, xebatên amadekirina fîlmê bi tevahî 18 meh diajon û jê du fîlmên cuda tên derxistin. Riefenstahl hewl dide di wan fîlman de dîsîplînên sporê bi pîrozkirina xortbûn, hêz û hêjayiya mirov bi awayekî hunerî bilind bike.
Di sala 1937'an de fîlma propagandayê Triumph des Willens li pêşangeha cîhanî ya Parîsê bi xelata mezin a navneteweyî tê xelatkirin.
Di 20'ê avrêla 1938'an de her du fîlmên olîmpiyayê Fest der Völker (Mihrîcana gelan, beşa yekem) û Fest der Schönheit (Mihrîcana hêjayiyê, beşa duyem) ji bo rojbûna Hitler cara ewil ji raya giştî re têne pêşkêşkirin. Riefenstahl, ji ber derhêneriya her du fîlman rastî rêzgirtina raya navneteweyî tê. Ewqas ku fîlm li fîlmfestivala Venedîgê xelata yekem werdigire, û Riefenstahl bi xwe di sala 1939'an de ji aliyê Komîteya Navneteweyî ya Olîmpîk ve bi madalyaya zêrîn tê xelatkirin.
Di nava 1940 û 1941'ê de ji bo amadekirina fîlma Tiefland 60 sîntî û roma wek karker tên bikaranîn. Bi destpêkirina duyem şerê cîhanî û pirsgirêkên tenduristiyê heya sawiya ser nikare fîlmên nû amade bike.
Di 21'ê adara 1944'an de Riefenstahl bi Peter Jacob re dizweice û Hitler wan wek mêvan pêşwazî dike. Lê zewaca wan tenê sê salan diajo. Di sala 1948'an de Komîteya Navneteweyî ya Olîmpiyayê dîplomaya olîmpîk dide Riefenstahlê.

Piştî şer


Piştî şer ji ber çalakiyên wê yên propagandayê bo rejîma NS gelek doz li wê tên vekirin. Her çiqas fîlma 'Tiefland' di sala 1954'an de biqede û têleve sînemayan jî, bisernakeve. Dûre ew heya 1971'an tenê çend projeyên xwe yên destpêkirî dikare biqedîne. Projeya xwe ya fîlmê ya derbarê qralîça Amazonê Penthesilea jî ti car nagihêje qedandina xwe.
Ji ber karên wê yên sewa rejîma nasyonalsosyalîstan ji aliyê raya giştî ve gelek tê rexnekirin.
Ji bilî karên derhêneriyê Riefenstahl derbasî wênekêşiyê jî dibe. Di sala 1972'an de Riefenstahl ji bo lîstikên Olîmpiyadê li Munchenê wek wênekêşa fermî kar dike.
Di çarçoveya gerên dirêj ên li Efrîqayê ji sala 1973'an û pêde ew demeke dirêj di nav gelê Nuba (gelê resên ê sûdanî) de derbas dike. Ew xwe hînî zimanê wan dike û li ser gelek seriyên wêneyî kar dike û ew wêne bi navê 'Die Nuba' (Gelê Nuba) tên çapkirin. Riefenstahl ji ber ev xebatên xwe yên wênekêşiyê rastî eleqeyeke mezin a navneteweyî tê.
Di sala 1976'an de ew mêvana taybet a IOC'ê ya bo lîstikên olîmpiyadê ya li Montreal e û ji aliyê Art-Directors-Club a Elmanyayê bi madalyayeke zêrîn tê xelatkirin. Di heman salê de pirtûka wê ya wêneyan bi navê 'Die Nuba von Kau' (Nubayên Kauyê) tê çapkirin. Wêneyên wê yên derbarê gelê Nuba di sala 1980'an de dibin mijara pêşangehekê û li Tokyoyê bi serkeftineke mezin tên pêşkêşkirin.
Di sala 1987'an de ew memuarên xwe (memoires) çap dike: tê de tîne ziman ku hevkariya wê digej rejîma nasyonalsosyalîstan tine bû û wê tenê ji aliyê hunerî ve fîlmên xwe amade kiriye.
Di salên 1992 û 1993'an de fîlmek derheqê kurtejiyana wê bi navê 'Die Macht der Bilder' - û bi alîkariya derhêneriya wê - tê amadekirin. Fîlm ewqas rastî eleqeya raya giştî dibe ku li Elmanya bi 'Emmy Award' tê xelatkirin û di Museum of Modern Art a New Yorkê tê nîşandan.
Çar sal bişunde kurtejiyana wê dibe mijara dikê û wek koreografiyeke cuda tê pêşkêşkirin.

Comments