Min îşev yekemîn çîroka xwe ya bi kurdî xwend.
Dawiya hefteya çûnî ez tevli festîvaleke hunerî bûbûm.
Li wir ez bi hinek xwendevanên din ên ji welat re ketime têkiliyê. Wan standa pirtûkan amade kiribûn û min jî xwest yekemîn pirtûka xwe bistînim. Ji ber ku min heta neha ti pirtûken bi zimanê dayka xwe nexwendibû, min ji hevalekî alîkarî xwest û jê re wiha axivî:
"Birez, ez hîn nu dest bi xwendina bi zimane xwe dibime û dixwazim ji xwe re pirtûkeke bistînim. Ka hûn kîjan pirtûkê pêşniyarî min dikin? Kîjan pirtuk wê li gori min be gelo?"
Wî di destpêkê de lêborîna xwe ji min xwest û got wî jî heta neha ti pirtûkên bi zimanê dayka xwe nexwendî ye. Got, pir dixwast bixwîne, lê zimanê wî ji bo axaftinê bile têrê nake.
Demeke kin em her du bêdeng man.
Piştrev wî wiha berdewam kir:
"Wekî ez dizanim Mehmed Uzun ê nemir niviskarekî gelek dewlemend û nujen e. Dibe ku tu ji pirtûkên wî hez bikî."
Min jê re got, zimanê min ne xeraw be jî, ji boy xwendina romanan hîn têrê nake mixabin. "Ger pirtûkek hebe, yê ku ji kurteçirokan pêk tê, ezê bi wê yekê kefxweştir bibime", min got. Wî li pirtûkan nihêrt û nîşanî pirtûkeke reş bi nivîseke sor kir .
"Wê çaxê pirtûka Heciyê Cindî ya bi navê Hewarî gerez li gorî te be. Hinek qalind be jî, ji kurteçirokan pêk tê û xwendina we jî hesan e."
Pirtûk bi rastî hinek qalind bû: 418 rûpel. Maşallah. Min demek lê nihêrt û paşe biryar da ku bistinim.
Çend roj pişti prozbahiyê dil hebû şevekê dest bi xwendina pirtukê bikim.
Werhasil, işev min biryar da ku yekemîn kurteçiroka pirtûkê bixwînim. Min hemî gotinên çîrokê fehm nekiribe jî, karim bejim ku min yekemin kurteçiroka pirtûkê ya bi navê "Cab" xwend.
...................
Çîrok
li Ermenistana dema Sovyetan qewimiye û behsa jineka bi navê Nazê
dike, ya ku birayê xwe wenda kiriye û çend sal in nizane ka ew zindi ye
an na. Rojek hevaleke wê tê cemê û jê re dibêje wî bihistiye ku birêz
Babayan, profesorê wan, nameyek steniye. Di nameyê de behsa birayê Naze
tê kirin lê ew nizane ka çi agahî di nameyê de cih digirine. Nazê ji
ber vê mizgine gelek kefxweş dibe, ji ber ku çend salan li birayê xwe
digere û qet wi ji bîra xwe dernexistiye. Naze û hevalê wê biryar didin
ku herin cem birêz Babayan, yê ku ji wan re behsa naverokê dike.
Lê
mixabin, ev yek ne tam li gorî hêviyên Nazê ye. Ji nameyê tê fehmkirin
ku birayê Nazê jiyana xwe ji dest daye. Di rojên Revolusyona Oktobrayê
wek gelek ciwanên wê demê, wî li hemberî dijminan şer kiriye û bi vî
awayî ji boy Ermenistane u Yekitiya Ermenistane miriye. Nazê hinek
xemgîn be jî, dilê wê hinek rihet dibe. Dizane ku birayê wî ji boy
armanceke mezin jiyana xwe ji dest daye.
...................
Dizanim,
di nivîsa min de cewtî hene û pir agahî derheqê çîrokê cih negirtine,
ji xwe yekemîn çîroka min a bi kurdî bû ya ku min xwend û li serê
nivîsek amade kir. Destpêkeke biçuk e, vê jî dizanim. Dîsa jî ji boy
min destpêkeke xweş û giring bû. Hêvî dikim ku ji îro bi şunde ezê bi
xwendina çirokên birêz Heciyê Cindî berdewam bikim.Ji boy wî û xebatê wî ez rêz digirim..

Comments
Post a Comment