Şerê Viyetnamê

Şerê Viyetnamê (bi îngilîzî Vietnam War, bi viyetnamesî Chiến tranh Việt Nam; yan jî Chiến tranh Mỹ "şerê emerîkî“) ji sala 1955ê heya sala 1975ê li Viyetnamê û li derdora wê qewimî.
Çima ku ev şer xwe bi Şerê îndoçîn (1946 - 1954) ve girêda û tesîra wî li seranserî Îndoçîn hebû, carinan wek Dûyemîn Şerê Îndoçîn jî tê bi nav kirin. Ji ber ku meztrirîn hêzên cîhanê bandora xwe li ser vê şerê kirin, wek ‚şerê temsîlî‘ ya Şerê Sar  tê hesibandin.
Şer piştî parçekirina Viyetnamê ya di sala 1954ê de wek şerê hindurîn li Viyetnama başûr destpê kir (1955 - 1964). Di vî şerî de Viet Minh (ku di sala 1960ê de wergeriyane Vietcong) xwestin rêveberiya Viyetnama başûr bişkînin û welatê xwe dîsa bikin yek. Viyetnama bakur a komunîst piştgirî da NLF û DYA alîkariya leşkerî li Viyetnama başûr kirin.
Di salê 1965ê de serokê DYA Lyndon B. Johnson biryara bombebarandina Viyetnama bakur kir û di meha adarê de zêdetir leşkerên emerîkî şande Viyetnama başûr da ku li dijî NLFê şer bikin. Li ser vê yekê Yekîtiya Sovyet û Komara Gel a Çînê piştgiriya Viyetnama bakur kirin, şeş netewên din jî alîkariya leşkerî dane DYA û Viyetnama başûr. Di sala 1964ê de şer derbasî Laos û di sala 1970ê de ji derbasî Kambocayê bû. Piştî bûyera Tet a NLF Johnson bombebarandinê di sala 1968ê de da sekinandin.
Di sala 1969ê de serokê nu yê DYAyê Richard Nixon biryar da ku ji 1969ê û pê de leşkerên xwe ji Viyetnama başûr vekişîne û piştî çend bombebarandinên nu agirbestê bi Viyetnama bakur re ragihand. Heya 1ê gulanê 1975ê leşkerên Viyetnama bakur hemî Viyetnama başûr xistin bin destê xwe û dawî li şer anîn.
Jimara qurbaniyên viyetnamesî digihêje pênc mîlyonan, di nav wan de 1.3 mîlyon kes leşker bûn. Qasî 58.200 leşkerên DYAyê û 5.264 leşkerên alîgir hatin kuştin. Bi mîlyonan viyetnames ji ber şer û tesîra jehra Agent Orange seqet man.

Comments