Şerê navxweyî yê Spanyayê

Şerê navxwe yê Spanyayê an Şerê Spanyayê li welatê Spanyayê ji tîrmeha 1936an heya adara 1939an ajot û di nava hikûmeta hilbijartî ya Dûyemîn Komara Spanyayê û derbekerên faşîst ên li dora Francisco Franco qewimî.
Şer bi serfiraziya alîgirên Franco û leşkerên hevpeyman ên ji Îtalya û Elmanyayê bi dawî hat.
Bi dawiya komara Spanyayê dîktatoriya Franco destpê kir ku wek dewleta frankîst a Spanyayê tê binavkirin û heya mirina Franco ya di sala 1975ê de ajot. Di vê dîktatoriyê de gelek alîgirên komara Spanyayê hatin kuştin.

Comments