Şerê navxweyî yê Rûsyayê

Şerê navxweyî yê Rûsyayê (bi rûsî: Гражданская война в России, Graschdanskaja woina w Rossii), di nava bolşewîkên komunîst ("Yên Sor", Artêşa Sor a Lev Trotskî) û komên wek yên mihafiz, demokrat, sosyalîst, nijadperest û Artêşa Spî de qewimî.
Li gorî hin dîeoknasan şer bi şoreşa cotmehê ya sala 1917ê destpê kir, li gor yên din jî destpêka şer dikeve bihara 1918ê. Şer bi awayeke xurt û hovane hat meşandin ku tê de qasî 10 mîlyon sivîl hatin kuştin.
Bi tevlîbûna welatën Entente û ‚hêzên navîn‘ her ku çû xurttir û dirêjtir bû. Her çiqas Rûsyaya sovyet bi vê yekê hikumdarî li ser pirraniya emparatoriya rûsî ya kevin bidest xistibe jî, welatên wek Polonya, Ûkrayna, Belarûs welatên baltîk, Fînlandiya û Komara gel a Tûvîn serxwebûna xwe ragihandin.
Şer li Ewropayê bi bidestxistina Krîm (1920), li Asyayê jî bi bidestxistina Batûmî û Wladîwostokê (1922) a ji aliyê Artêşa Sor ve bi dawî bû. Piştî bidawîbûna şer Yekîtiya Sovyek hate avakirin.

Comments