Nadia Murad

Nadiye Murad Besê Taha, wekî Nadia Murad Basee Taha an bi tenê Nadia Murad jî tê naskirin, (bi erebî: نادية مراد باسي طه‎, 1993 li gundê Koço, Şingal, Başûrê Kurdistanê) keçekê Êzîdî ye. Piştî ku ji destê DAIŞê hate xilaskirin, ji wir û pê ve ji bo parastina mafên mirovan kar dike.
Wek xilaskiriyeke ji komkujiya DAIŞê ya dijî êzdiyan a di sala 2014ê de, ew di îlonê 2016ê de ji aliyê Yekbûyên Netewan (UNODC) ve wek yekemîn „balyoza taybet a ji bo rûmeta xilaskiriyên bazarkariya mirovan“ hate hilbijartin.
Di sala 2018ê de Murad, digel Denis Mukwege Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt[2].
Çîroka wê
Nadiya Murad di 3ê tebaxê 2014ê de ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞ ji gundê xwe Koço hate revandin û qasî du salan bû girtiya rêxistinê.
Di vê demê de ew pirr caran hate firotin, rastî îskence û destdirêjiyê hat.
Saya malbateke misilman wê xwe ji destê rêxistinê xilas kir, ji Mûsilê reviya û dû re gihîste kampeke penaneran a li Dihokê.
Di êrîsa rêxistina terorîst DAIŞ a roja 3ê tebaxê 2014ê de, dayik û ses birayên wê hatin kustin. Bi tevahî 18 endamên malbata Murad bûn qurbanên komkujiyê.
Di adarê 2015ê de ew û xwiska xwe digel 1000 jin û zarokên din ên ku muxtaca alîkariyên taybet bûn ji aliyê eyaleta Baden-Württemberg a Elmanya ve wek penaber hatin qebûklirin û bi vî havî gihîstin Elmanya. Ew ji wir û pê de jiyana xwe li Elmanya berdewam dike.
Daxwaza wê
Nadiye Murad ji serî ve zanîbû ku divê cîhan fermana ku li dijî gelê wê hatiye kirin zanibe. Da ku ew bûyera hovane bê sekinandin û jin û zarokên din bêne rizgarkirin, ew di berfanbarê 2015ê de wek yekemîn kurd û êzdî li pêşiya meclîsa ewlekarî ya Netewên Yekbûyî axivî û ji rays giştî re qala wan bûyeran kir.
Ji ber xebata xwe, ew di 16ê îlonê 2016ê de li New Yorkê ji aliyê sekreterê gistî yê Netewên Yekbûyî Ban Ki-Moon ve wek „parêzgera serdar a gelê êzdî“ hate bi nav kirin û ji aliyê UNODC ve wek „balyoza taybet a xilaskiriyên bazarkariya mirovan“ hate xelatkirin. Ban li ser Nadiye Murad wisa axivî:
„Ev keça êzdî di destê rêxistina terorîst de gelek êsên li dijî mafên mirovan dît û bi berxwedana xwe ya li dijî van sûcan cesareteke mezin peyitand.“
Nadiye Murad ji roja rizgariya xwe û pê ve ji bo qebûlkirina komkujiya li dijî êzdiyan kar dike û bûye dengê bi hezaran jin û zarokên ku hê jî di destê DAIŞê de ne. Ew daxwaz ji raya giştî ya cîhanê de ku bêdeng nemînin û ji bo zelalkirina sûcên rêxistinê kar dike da ku ew bêne cezakirin.
"Dewleta Islamî bi sekleke rêxistî dixwaze gelê ezdî tune bike". Ji îlonê 2016ê û pê ve parêzgera bi nav û deng Amal Clooney alîkariya wê dike ku sûcên DAIŞê bigihînin pêşiya Dadgeha Navnetewî.
Bi tevahî qasî 6500 ezdî hatine revandin, ku di nava wan de 3500 keç û jin in. Hê jî 1700 ezdî di destê DAIŞê de ne. Qasî 1300 kes ji aliyê rêxistinê ve hatine kuştin û 2700 zarok bûn sêwî.
Xelatên wergirtî
Hêjayî gotinê ye çalakvana êzdî-elman ya mafên mirovan Düzen Tekkal berxwe da ku dengê Nadiye Muradê bigihîne raya gistî ya cîhanê. Pistî ku siyasetmedarên iraqî pistgiriya xwe ji bona berendamtiya Nadiye Murad diyar kirin, siyasetmedarê norwêcî Audun Lysbakken pistî hevdîtina ligel Murad bi awayeke fermî serlêxistina wê ji bo xelata Nobelê ya sala 2016ê gihande komîteyê. Lysbakken hê di salê 2016ê de pistgiriya xwe ya bo Nadia Murad ji AP re wiha anîbû ziman: "Em xelateke astiyê dixwazin, ku cîhanê siyar dike û nahêle di nava ser de destdirêjî wek çek bê bikaranîn."
Di 10ê cotmehê 2016ê de Nadiye Murad ji aliyê Civîna Parlamenteriyê ya Meclîsa Ewropayê ve bi Xelata Mafên Mirovan a Václav Havel hate xelatkirin.
Di 27ê cotmehê 2016ê de serokê parlamentoya Ewropayê Martin Schulz diyar kir ku ewê xelata Sacharow a parlamentoya YE bidin Nadiye Murad û Lamiya Ajî Beshar. Di 13ê berfanbarê 2016ê de xelatê gihandin wan.
Di 5ê cotmehê 2018ê de ew bi xelata Nobelê ya astiyê hat xelatkirin.

Comments