Natasha Atlas (z. 20'ê adara 1964 li Bruksel, Belçîka) hunermendeke belçîkayî ye ku elementên erebî û efrîqî bi muzîka elektronîk ve girê dide û bi vî havî tarzeke bêhempa tîne ziman.
Di malbata wê de kokên misirî, filistînî û îngilîzî hene û ew bi xwe hemû cîhanê geriyaye, lewra cihên wek Bruksel, Yûnanistan, Misir û Îngilîstanê jê re bûne war. Tecrûbeyên wê yên digel çandên cuda bandorek erênî da muzîka wê. Ji bilî projeyên wê yên solo ew solîsta koma Transglobal Underground e. Wekî din, wê bi hunermendên wek Sinead O'Connor, Juno Reactor, Jean Michel Jarre, Nitin Sawhney, Peter Maffay, Peter Gabriel, Nigel Kennedy, Mick Karn, Sarah Brightman, Indigo Girls, Jah Wobble, Jaz Coleman, Yasmin Levy û Franco Battiato re hevkariyên hunerî kiriye.
Comments
Post a Comment