Montserrat Caballé



Montserrat Caballé (wek Munserrat Kewelyê bixwîne), anku Maria de Montserrat Viviana Concepción Caballé i Folch (z. 12'ê nîsana 1933'an li BarselonaKatalonyaSpanya), operabêjeke katalan a soprano ye. Ew yek ji operabêjên herî girîng ên sedsala 20'em e.
Kurtejiyan
Montserrat Caballé.jpg
Caballé li Barselonayê stranbêjiyê xwend û di sala 1956'an de bi operaya La Bohème a Puccini li Baselêdest bi kariyera xwe ya hunerî kir. Ji bilî vê, wê li tiyatroya Saarbrückenê stranan xwend. Ji sala 1959'an heta 1962'an wê li tiyatroya Freie Hansestadt Bremen kar kir. Di sala 1965'an ew li Carnegie Hall li şûna Marilyn Horne çû ser dikê ji bo pêşkêş kirina operaya Dozinetti ya bi navê Lucrezia Borgia û gelek rastî ecibandina guhdarvanan hat.
Di heman salê de wê li Metropolitan Opera ya New Yorkê debuya xwe bi rola Margarethe bo Faust a Gounoud kir û li hemû cîhanê deng veda.
Caballé pirr caran bû mêvana mihrîcanên wek li Glyndzbourne û ji sala 1971'ê pêde li Operaya Neteweyî ya Hamburgî (Hamburgische Staatsoper) derkete ser dikê.
Ji bilî vê yekê, ew pirr caran wek dengbêj tevlî konsertan bû. Lê reperûwara wê ya fireh bi giranî ji operayên Rossini, Donizetti, Bellini, Verdi û Puccini pêk tê.
Di sala 1997'an de Mike Moran albûma xwe ya bi navê "Friends For Life" amade kir ku ji duetên digel Caballé û stranbêjên cur bi cur pêk tê, wek Bruce Dickinson, Johnny Hallyday, Johnny Logan, Gino Vannelli û Helmut Lotti.
Di sala 1998'an de Caballé xelata Bambi û di sala 2007'an de jî xelata muzîkê Bambi bo beşa klasîk wergirt. Dîsa di 1'ê avrêla 2007'an de Montserrat Caballé piştî 18 salan ji nu ve derket ser dikê Operaya Neteweyî ya Viyanayê.
Saya Caballé tenorê bi navê Josep Carreras bi nav û deng bû.
Projeya Barcelona digel Freddie Mercury (1992)
Di sala 1992'an de Caballé ji bo Lîstikên Olîmpîk ên Barselonayê digel Freddie Mercury kilama bi navê "Barcelona" pêşkêş kirin ku fuzyonek ji muzîka klasîk û rockê ye. Kilam di albuma wan a hevpar "Barcelona" ya ji sala 1987'an de cih digire. Ev album saya înîsiyatîva Freddie Mercury ku hezkiriyekî muzîka Caballé bû pêk hat. Mercury vê kilamê li ser daxwaza Caballé amade kiribû; wê dixwest bila ew stranek li derheqê welatê wê Barselona amade bike. Kilam cara ewil di 29'ê gulana 1987'an de li Eivissa (Ibiza) hate pêşkêşkirin.

Comments