Mîrzayê Biçûk

Mîrzayê Biçûk çîroka herî bi nav û deng ya nivîskarê fransî Antoine de Saint-Exupéry ye û di nava çîrokên zarokan yên klasîk cih digire.
Çîroka pirtûkê
Rojek ji rojan pîlotek mecbûr dimîne ku bi balafira xwe li çola Sehrayê dakeve. Di sibeha bê de dengê zarokekî wî ji xew radike û ev zarok xwe jê re wek Mîrzayê Biçûk dide nasîn. Mîrzayê Biçûk jê re dibêje ku ew ji gêrestêrka xwe derketiye da ku hevalekî bibîne. Jê re dibêje ku gêrestêrka wî pirr biçûk e: Li ser wê sê volkan û guleke ji xwe razî heye.
Roj bi roj Mîrzayê Biçûk jê re qala çîroka xwe dike. Berî ku daketiye erdzemînê, çend gêrestêrên din geriyaye: Li her gêrestêrekê mirovek din jiyabûye lê Mîrzayê Biçûk ti kesî ji wan ji xwe re ne kiriye heval, ji ber ku her yek ji wan bi xwe re mijûl in û rû nadin ev tistên serekîn ên jiyanê, yên ku mirovan kêfxwes dikin.
Bi derbasbûyîna demê pîlot û Mîrzayê Biçûk dibin hevalên hev, lê Mîrzayê Biçûk pê dihese ku divê dîsa vegere ba gula xwe. Bi vî havî her du vedigerin warên xwe û soz didin hev ku ewê ti car hev û din ji bîr nekin.
Wergerên kurdî yên pirtûka Mîrzayê Biçûk

Comments