Hapsa Xan (z. 1881 li Silêmanî, Başûrê Kurdistanê – m. 1953) yekemîn mamosteya jin a zimanê kurdî ye.
Kurtejiyan
Wê di nava rêveberiya serbixwe ya Şêx Mehmûd a salên 1920'î de cih girt û piştgirî dabû mîsyona neteweyî. Herwiha, wê yekemîn rêxistina jinan a kurd ava kir û ev yek bûbû mînakek bo rêxistinên din ên jinzn li hemû Iraqê. Bi taybetî di mijarên serxwebûn û perwerdehiya jinên kurd de wê roleke gelek girîng lîstiye.
Di pirtûka Susan Meiselas a bi navê "Kurdistan in the Shadow of History" de wênekêşa elman Lotte Errellbehsa wê dike û dibêje Hapsa ew jin e ku gava dikeve hindurê malê, hevjînê wê radibe ser piya.
Comments
Post a Comment