Îbrahîm Ayhan - parlamenterê kurd ê Rihayê

Di van rojên dawî de tê gotin ku parlamenterên girtî yên kurd ên BDP'ê wê bêne berdan ku di nava wan de parlamenterê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî heye.

Parlamenterê kurd ê Rihayê ìbrahîm Ayhan
Îbrahîm Ayhan parlamenterekî kurd ê parêzgeha Rihayê ye û yek ji parlamenterên girtî yên partiya BDP'ê ye. Lewra ew weke girtiyeke siyasî yê Tirkiyê tê qebûlkirin.

Îbrahîm Ayhan di sala 1969'an de li navçeya Siwêrekê ya Rihayê jidayikbû. Wî dibidtana xwe ya sereke û ya navendê li Siwêrekê, lîsê jî li Edenê qedand. Di sala 1994'an de ew li Zanîngeha 100'mîn salê ya Wanê ji beşa zîreetê mezûn bû. Di sala 1997'an de wî li Rihayê dest bi mamostetiyê kir. Di nava salên 1999'an û 2007'an de wî serokatiya 'egitim-Sen'ê ya Rihayê dimeşand.

Di sala 2007'an de ji bo hilbijartinên giştî wî dev ji karê xwe yê mamostetiyê û serokatiya sendîqayê berda, ji bo Partiya Civaka Demokrat (DTP) bû namzetê serbixwe û wek parlamenter hate hilbijartin. Wî heta 1'ê cotmehê 2010'an serokatiya DTP û BDP ya parêzgeha Rihayê berdewam dikir.

Ayhan ji ber doza KCK'ê di 1'ê cotmehê 2010'an de bê doz hatibû girtin û wî heta neha wek girtiyê siyasî xistine Zîndana Girtî ya Rihayê.

Birêz Ayhan zewicî ye û bavê du zarokan e.

Comments