Anne Frank

Anne Frank, portreyek ji gulana 1942'an
Anne Frank, anku Annelies Marie Anne Frank keçeke cihû ya elman bû ku di sala 1934'an de digel dayik û bavê xwe koçî Holendayê kir, da ku ji zext û zordariya nasyonalsosyalîstan bifilitin, lê berî dawiya şer bû qurbana holokostê. Berî ku hat girtin, wê xwe digel malbata xwe di xaniyeke biçûk de vedişart û li wir rojnivîskek dinivîsand. 

Rojnivîska Anne Frank piştî dawiya şer ji aliyê bavê wê Otto Frank ve wek pirtûk hat weşandin. Ev eser yek ji çavkaniyên dîrokî ye ji dema holokostê û nivîskara wê wek sembola hemû qurbanên siyaseta qirkirina dema nasyonalsosyalîst tê qebûlkirin.

Kurtejiyan
Anne Frank di sala 1929'an de wek keça malbateke dewlemend a cihû li Frankfurtê hate dinê.

Çend meh piştî ku Hîtler di sala 1933'an de hemû Elmanya xist bin bandora xwe, malbata Frank ji ber metirsiya naziyan ji Frankfurt am Mainê koçî paytexta Holendayê Amsterdamê kirin. Anne di wê demê de hîn çar salî bû. Malbat zû hînî jiyana li Holendayê bû û Anne zarokatiyeke bê tirs derbas kir. Lê piştre Şerê Cîhanî ya duyem destpê kir û leşkerên Hîtler di sala 1940'an de Holenda jî îşgal kirin.
Pankarta bîranîne ya mala malbata Anne Frank

Rewşa malbata Frank a li Amsterdamê ji nişka ve xera bû. Gelek qanûnên cihû  her ku çûn zêdetir maf ji destê wan standin. Wek mînak: cihû êdî nikaribûn tramvayê bikarbînin, bisiklêtên wan ji destê wan hatibûn standin û nekarîbûn erebe jî biajon. Herwiha, çûyîna wan bo sînema an şanoyê an jî tevlîbûna wan a li çalakiyên werzîşê jî qedexe bû.

Du salên jiyana veşartinê
Gava di sala 1942'an de biryar hat dayîn ku xwîşka mezin a Anneyê Margot wê bibin kampa karkirinê, malbat mecbûr ma xwe veşêre. Ji ber ku ew kampên karkirinê di rastiyê de kampên kuştinê bûn: tê de qurbanên naziyan dihatin girtin, êşkence kirin û kuştin. Malbata Frank digel malbateke din xwe di malikeke taybet de xwe veşart. Xwediyê malikê şîrketa Opekta bû, ku dîrektorê wê bavê Anneyê bû. Ji ber tengasiyên qewimandî wî şîrketa dewrî hevalên xwe kir û êdî hevalên wî yên şîrketê alîkariya malbatê kirin. Deriyê xaniyê ku şîrketê bi xaniyê re girêdida li piş dolabeke pirtûkan veşartî bû.

Rojnivîska Anneyê
Peykera Anne Frank li Amsterdamê
Rojnivîska Anneyê jî di vê demê de hat nivîsandin. Di salên bê de malbat nikaribû derkeve derve, da ku bala kesî nekişîne ser xwe. Têkîliya wan bi tenê bi alîkarên xwe yên ku xwarin ji wan re dianîn re hebûn. Ji bilî vê yekê, radyoya wan hebû ya ku wan li ser nûçe û pêşketinên qewimî agahdar dikir.

Mehek beriya ku malbat mecbûr ma xwe veşêre Anneyê wek diyariya 13'mîn rojbûna xwe rojnivîskek wergirtibû. Di vê rojnivîska ku Anne wek 'Kitty' bi nav dikir, wê jiyana xwe ya rojane ya ku di metirsiyê de derbas dibû dinivîsand. Ev rojnivîsk êdî bûbû hevala xwe ya herî baş. Wek mînak, wê tê de him qala xewn û xeyalên xwe, him jî behsa gengeşiyên digel dayk û bavê xwe dikir.

Gava meriv rojnivîsê dixwîne, meriv têdigihêje ku Anneyê xwestiye bibe nivîskar yan jî rojnamevan. Ji ber ku rewşa jiyan û tendirûstiyê ya di kampa komkirinê de gelek xera bû, nexweşî zû belaw dibûn. Dîsa jî Anneyê ti car hêviya xwe nebirî ku rojek wê tişt wergerin rindiyê.

Jiyana di kampa komkirinê de
Kevira biranînê ya li Bergen-Belsen'ê
Di 4'ê tebaxa 1944'an de xaniya wê ya ku tê de 8 penaber diman ji alyê polêsan ve hate dîtin. Hê jî naye zanîn polês çawa bi cihê wan ê veşartî hesiya. Lê tê bawer kirin ku ew rastî îxanetê hatine. Hemû penaber hatin heps kirin û heta demekê di kampa komkirinê ya Westerborkê de hatin girtin. Ji wir jî birin kampa kuştinê ya Auschwitzê. Jin û mêr li hatina îstasyona kampê ji hev hatin cuda kirin. Otto Frank, bavê Anneyê, li wir malbata xwe cara herî dawî dît.

Mehek bişunde Anne û xwişka xwe ya mezin Margot şandin kampa Bergen-Belsenê ya nêzî Celle, û wê li wir karên fîzîkî yên gelek giran dikir. Dayika wê ji ber bêhaliya xwe nekarî kar bikira, lewra ex li Auschwitzê ma: ew piştî demekê nexweş ket û di sala 1945'an de jiyana xwe ji dest da.

Mirina Anne Frank
Di zivistana dawi ya şerê de rewşa li kampên komkirinê berve xeteriyê ve çû. Mirov gelek di bin bandora birçîbûn, tîbûn, sermahî û bêhaliyê man. Nexweşî û bêş zû belaw bûn. Di adara 1945'an de, çend hefte berî ku girtiyên kampên komkirinê hatin rizgarkirin, Anne û Margot bi enfeksyoneke giran a tîfusê nexweş ketin. Rojek piştî wefatkirina Margot, Anne jî - hê 15 salî - jiyana xwe ji dest da.

Pirtûkkirina rojnivîskê
Bavê Anneyê wek endamê tenê yê malbatê ji qirkirina cihû xilas bû. Piştî ku şer bi dawî bû, wî nivîsên Anneyê wek pirtûk da çapkirin. Pirtûka bi navê "Rojnivîska Anne Frank" heta îro bo 67 zimanan hat wergerandin û dike nav pirtûkên herî zêde xwendî. Ev pirtûk sûcên Nazîyan bi bîr tîne û wergeriya sembola êşa hemû qurbanên wan.

Comments