Nightwish

Nightwish (bixwîne wek: Naytwîş, bi kurdî: niyaza şevê) komeke fînlandî ya senfonîk metal e.

Endamên koma Nightwish digel Tarja Turunen, solîsta berê

Koma ku ji aliyê keyboarder Tuomas Holopainen ve hatiye damezirandin yek ji komên metalê yên herî serkeftî yên Fînlandayê ye. Digel solîsta kevin Tarja Turunen bandora komê ji bo pêşketin û belawbûna stîla Senfonîk Metal gelek mezin bû. Muzîka Nightwish tesîra xwe ji stîla 'film music' (muzîka ji bo çêkirina atmosferên fîlman) girtiye. Di sala 2005'an de kom ji solîsta xwe Turunen veqetiya û di gulana 2007'an de Anette Olzon'ê wek solîsta nu hilbijart.

Di dawiya meha îlonê ya heman salê de yekemîn albuma kome ya digel Olzon ya bi navê 'Dark Passion Play' derket piyasê. Kom digel tevlîbûna Anette serkeftineke bêhempa bidestxist, her çiqas dengê Tarja Turunen êdî di muzîka komê de tinebe jî. Album ewqas serketî bû ku di roja xwe ya weşanê de li Fînlandayê statuya Platîn stand û li gelek welatên din ên ewropî (yên wek Elmanya) derbasî raya yekem a albuman bû.

Nightwish - Nemo
 

Komê ji îlona 2007'an heta îlona 2009'an de tûra cîhanê kir. Nightwish û Anette Olzon di çarçoveya tûra cîhanê ya salên 12/13 di cotmeha 2013'an de ji hev veqetiyan. Heta dawiya 2010'an de qasi heft mîlyon kaset û CD yên komê hatin firotin û kom li ser dikên 40 welatên cîhanê muzîka xwe pêşkêş kir.

Comments