Sardar Kestay (z. 1973, Dihok, başûrê Kurdistan) wênesazekî kurd ê hunera nujên e.
Stîl
Sardar Kestay bi hunera xwe motîfên ji çand û folklora kurdî bi stîleke nujên a wênesaziyê re girêdide û bi vê yekê sentezeke bêhempa tîne ziman, ji ber ku ew elemantên folklorîk bi rêya stîla abstraksyonê dike mijarê hunera xwe.
Di dîmenên xwe de, ew bi zanebûn xwe ji nîgarsaziya naturalîstîk dûr dixe, lewra şekl û kontûran dide helandin û li şûna wan bêhtir cih dide rengên xûrt: Ji ber vê ye ku di dîmenên wî de rengên ronî rolekî taybet dilîzin.
Motîfên herî bijare yên dîmenên wî jinên kurd ên di cil û bergên gelêrî de ne: Carna jinên ku govendê dikişînin, carna jî portreya jinên kurd ên bi kofiyên rengdar. Herwiha, di nava dîmenên hunermendê de motîfên cesûrtir jî hene, wek jinên tazî yên di pozên femînîn de - ku evya tabûyeke di nava civaka kurd de bi awayeke hunerî şirove dike.
Lê motîfên xwe giş li ser nexşeyeke surrealîstîk hatine boyax kirin: Nexşeya bingeh a dîmenan ji lekeyên cur bi cur ên boyaxan pêk tê, ku hinek ji wan meztir, hinek jî biçûktir in, lê sînorên wan giş dikevin nava hev û bi vî havî kompozîsyoneke gelek dînamîk derdixin holê.
Karîkaturên wî
Serdar Kestay bi karîkaturên xwe yên li ser navdarên kurd jî gelek nas e. Wî gelek hunermend, siyasetmedar û navdarên din ên kurd wek karîkatur boyax kiriye û karîkaturên wî gelek rastiya ecibandinê hatine.
Taybetiya karîkaturên Serdar Kestay ev e ku wî cara ewil bi awayeke berfireh navdarên kurd kiriye mijar û wek katîkatur portre kiriye. Hêjayî gotinê ye ku koleksyona wî ya karîkaturan ya herî mezin a derheqê navdarên kurd e.
Li ser navê wî, cend pêsangehên taybet ji bo koleksyona karîkaturên wî hatine vekirin.
Nîgarsazê kurd Sardar Kestay |
Stîl
Sardar Kestay bi hunera xwe motîfên ji çand û folklora kurdî bi stîleke nujên a wênesaziyê re girêdide û bi vê yekê sentezeke bêhempa tîne ziman, ji ber ku ew elemantên folklorîk bi rêya stîla abstraksyonê dike mijarê hunera xwe.
Nîgareke bêhempa ji koleksyona hunermend Sardar Kestay |
Di dîmenên xwe de, ew bi zanebûn xwe ji nîgarsaziya naturalîstîk dûr dixe, lewra şekl û kontûran dide helandin û li şûna wan bêhtir cih dide rengên xûrt: Ji ber vê ye ku di dîmenên wî de rengên ronî rolekî taybet dilîzin.
Motîfên herî bijare yên dîmenên wî jinên kurd ên di cil û bergên gelêrî de ne: Carna jinên ku govendê dikişînin, carna jî portreya jinên kurd ên bi kofiyên rengdar. Herwiha, di nava dîmenên hunermendê de motîfên cesûrtir jî hene, wek jinên tazî yên di pozên femînîn de - ku evya tabûyeke di nava civaka kurd de bi awayeke hunerî şirove dike.
Xebateke din |
Lê motîfên xwe giş li ser nexşeyeke surrealîstîk hatine boyax kirin: Nexşeya bingeh a dîmenan ji lekeyên cur bi cur ên boyaxan pêk tê, ku hinek ji wan meztir, hinek jî biçûktir in, lê sînorên wan giş dikevin nava hev û bi vî havî kompozîsyoneke gelek dînamîk derdixin holê.
Karîkaturên wî
Serdar Kestay bi karîkaturên xwe yên li ser navdarên kurd jî gelek nas e. Wî gelek hunermend, siyasetmedar û navdarên din ên kurd wek karîkatur boyax kiriye û karîkaturên wî gelek rastiya ecibandinê hatine.
Taybetiya karîkaturên Serdar Kestay ev e ku wî cara ewil bi awayeke berfireh navdarên kurd kiriye mijar û wek katîkatur portre kiriye. Hêjayî gotinê ye ku koleksyona wî ya karîkaturan ya herî mezin a derheqê navdarên kurd e.
Li ser navê wî, cend pêsangehên taybet ji bo koleksyona karîkaturên wî hatine vekirin.
Comments
Post a Comment