Kewê gozel

Kewê sor, kewê gozel an kewê Kurdistanê (Alectoris chukar kurdestanica), binecureyekî kewan e. Kewê gozel wek balindeyê neteweyî yê Kurdistanê tê dîtin.

Kewê gozel, balindeyê neteweyî yê kurdan
Kewê gozel li hemû çiyayên Kurdistanêdijî. Di berbanga sibehê de şiyar dibe, li ser latekî bilind disekîne û dixwîne. Dengê wî pirr xweş e.

Şayes û Xuyabûn
Rengê Kewê gozel boz û qehweyiyeka vekirî ye. Li ser cavên xwe de badeke sorik derbas dibe û li pistê serê de bi bozbûna mûyan dibe yek. Heniyê kewê resik e û wek gûsikek cavan çarçove dike. Mûyên pistê bi rengên qehweyiya vekirî ne, lê rengê boçik û yê mûyên di bin basan de boz in. Rengê nikil, ling û derdora cavan sor in.
Kewê gozelê, li ser zinarekê

Kewê zinaran (Alectoris graeca) li çiyayên Alpê de dijî ku nêzî kewê sor e, lê rengê wî cuda ye.

Dengê Kewê gozelê
Dengê Kewê gozelê wisa xuya dike: 

çûk...çûk...çûk... parçûk... çûkar-çûkar-çûkar.

Bi vî dengî Kewê gozel ji boy kombûne bang li hev dikin. Herwiha, Kewê gozelên nêr vî dengî bikartînin da ku kewên din ên nêr hişyar bikin. Dema ku kew ditirsin û difirin dengekî wek "fir-fir-fir" derdixin. Li gorî lêkolîneran ev deng fonksyona tirsandina dijminên li erdê digire.

Warê Kewê gozelê
Cihê ku kewê gozel dijîn ji Balkanan û Tirkiye (bi taybetî Kurdistan) heta Asyaya Navîn digihêje. Herwiha, kewên gozel li Amerîkaya Bakur, li Hawaii, liZelandaya Nû û li Afrîkayê Başûr hat berdan da ku li wir jî xwe belaw bike. Lewra nêzî 14 cureyên kewê gozelê hene. Li Ewropayê cureyê bi navê A. c. cypriotex li Bulgaristanê, li Ege, li Kreta, li Rodos, li Tirkiye û li Kurdistanê peyda ye. Cureyekî din bi navê A. c. chukar jî li Afganistan, Kaşmîr, Hîmalaya û li Nepalê dijî.


Agahiyên li ser jiyana kewê gozelê
Ji 20 heta 40 hêkan dikin. 21 rojan qurp rûdinin, çîcikên wan di roja 24an de derdikevin û bi diya xwe re li xwarinê digerin. Pirr zîrek in, dema mirovan dibînin xwe hema vedişêrin û diya wan hema li nav ningê mirov digere ku çîcikên wê xwe vedişêrin.

Comments