Bonsai

Bonsai (bi japonî 盆栽, bon-sai) hunereke baxçeyan a rojhelata dûr e ku bi rêya wê bejn û talên dar û deviyan di guldankên biçûk de bi awayekî estetîk têne şeklkirin, da ku biçûk bimînin û hêja werin xuya. Ev huner di çandên din ên rojhilata dûr de jî hene: wek mînak, li Çînê kevneşopa penjing heye, ku kevneşopa bonsai ji wê derketiye holê. Ji bilî wê, li Viyetnamê Hòn Non Bộ nêzika wan e, lê ev kevneşop hewl dide "welat û xwezayên mînyatûr" ên jiyandinê avabike.

Bonsai, harmoniya di nava xwezaya zindî (dar), hêzên xwezayê (av û kevir) û mirov (guldank)

Bi nav kirin
Peyva japonî 盆栽, bonsai (bi kurdî: "çandina di hindurê guldankê de") ji peyva çînî 盆景, pinyin pénjĭng pêk hatiye ku tê wateya "dîmena nebatan a di hundirê guldankê de" (盆, pinyin pén, "guldank", 景, pinyin jĭng‚ "dîmen"). Fermo, bonsai ji peyvên "guldank" û "nebat" pêk tê.

Peyva bonsai bi japonî

Kevneşopa bonsai li gorî çanda çînî hewl dide ku bi awayekî minyatûr harmoniyek di nava du elemantên xwezayê - xwezaya zindî û mirov - çêbike: Dar an devî xwezaya zindî nîşan dide. Kevir û av hêzên xwezayê zindî dikin. Mirov bi xwe jî bi esera xwe - bi guldankê - tê zindî kirin.

Dara bonsai
Dareke bonsai li derveyî rojhilata dûr
Li derveyî rojhilata dûr pirr li ser felsefeya bonsai nayê sekinandin û ev felsefe lewra tenê wek dareke estetîk tê nasîn.

Dara bonsai di guldankeke biçûk de tê çandin û ji bo ku dar biçûk û hêja were xuya, şekla wê bi awayeke hişyar tê guhertin. Wek mînak: tal, kok û belgên darê tên qutkirin da ku dar meztir nebe. Yek caran bi alîkariya têlan xuyabûna wê tê şeklkirin, da ku dar xweşik xuya bibe. Şekl kirina darê li gorî wênekariya çînî ya klasîk tê kirin: Ev wênekarî li gorî prensîbên wabî û sabî ya çanda zen tê kirin, ku koka wê di konfusyuîzm û taoîzmê de ye.

Li Japonyayê bonsai li baxçeyan an jî li tokohoma (quncikeke taybet a di hindurê malê de) tên bicihkirin. Darên bonsai, gava meriv baş xwedî bike, karin sedan salî bên.

Guldank
Ji bo wêneyan çarçove çi ye, ji bo bonsai jî guldank ev e. Fermo, guldank beşeke girîng a estetîk a bonsai ye û divê ji her darekê re bi hişyarî bê hilbijartin. Carinan guldank bi taybetî ji bo darên hilbijartî bi karê destê têne çêkirin.

Çend guldankên cuda ji bo darên bonsai

Wek mînak: ji çamên kevn ên tîk re guldankên çarkenar ên ne boyaxkirî (bi rengê erdê) xweş lê tên. Ji bo darên zirav ên ku çîçek didin guldankên gilower tên hilbijartin. Ji darên kaskad re (darên ku talên wan ber bi jêr ve dirêj dibin) guldankên kûr pêwîst in, ji ber ku dengeya optîk girîng e û ger guldank ne kûr be, wê çaxê dar kare biqulibe. Ji darên bi şeklê lîterat (darên ku ber bi jor ve dizivirin) guldankên gilawer rind in.

Xwedîkirin
Bonsai bi talên hişk û tazî (çandin: sala 1905'an)

Gava meriv xwedîkirina dara bonsai û riwekên din ên dekoratîf bîne ber hev, wê meriv bibîne ku xwedîkirina darên bonsai hinkî cudatir e.

Erd û kok

Ji ber ku cihê koka darên bonsai bi guldana wê sînorkirî ye, dar nikare kokên nu çêbike. Fermo, dar nikare bi awayeke xwezayî pêş bikeve. Sewa ku dîsa şîn û xweşik bimîne, divê (ji riwekên din zêdetir) bê gubre kirin. Berê erdên klasîk en gubre kirinê dihatin bikaranîn, lê ji ber ku ew dibin sedema zêdebûna xwê ya di hindurê guldankê de, gubre kirina nujên (bi avên mîneralkirî) her ku dibe zêdetir tê bikaranîn.

Tal û pelg

Bonsai darên gelek hesas in, lewra divê meriv rind lê binêre. Heger na, pelgên darê wê bikevin. Herwiha, meriv kare talên hişk û bê pelg wek taybetiyeke estetîk jî bikarbîne.

Comments