Ava sûsê ango kolaya kurdan vexwarineke ji pêjgeha kurdan e û li gelek bajarên Kurdistanê tê firotin.
Ev vexwarin ji koka sûsê tê cêkirin û di rojên germ ên havînê de li
bazarên Kurdistanê gelek tê vexwarin. Ji bo ku ava sûsê cêbibe, divê
koka sûsê bi alîkariya bankutekê bê peliqandin û koka peliqî divê heta
demeê di avê de bê hîstin. Li dijî vexwarinên din ên navneteweyî, ava
sûsê him hundirê meriv hûnik dike, him jî ji bo tendûristiya mirov gelek
bas e. Her ciqas avên gazoz belaw bûbin ji, ava sûsê bi sedan sal in
heye û hê jî rastî ecibandina gelê kurd tê. Tê zanîn ku koka sûsê ji
berê ve wek derman hatiye bikaranîn û gelek fêdeyên xwe yên tibî hene.
Ava sûsê bi taybetî li bazarên kurdan ji aliyê şerbetfiroşan ve tê
firotin.
Hêjayî gotinê ye ku koka peliqandî a sûsê jî ji bo tistên din kare bê bikaranîn.
Firotina ava sûsê
Firotina şerbeta ku ji koka sûsê tê çêkirin meslekeke kevnar û serbixwe ye û lewra li gelek deverên Kurdistanê peyda ye. Gelek şerbetfiroş vê meslekê hînî zarokên xwe dikin da ku meslekê dewrî wan bikin. Şerbetfiroş bi giranî di rojên germ ên havînê de li qadên bazaran, li cihên ku gelek qerebelix in digerin. Bi cil û bergên xwe yên gelêrî û aletên taybet bala meriv dikişînin. Li herêmên Amed, Dîlok û Mêrdînê ev vexwarin bi navê Ava sûsê tê nasîn. Li Rihayê navê Hingiva biyan jî tê bikaranîn.
Ava sûsê di hunera kurdî de
Koma Hemdem bi navê Ava Sûsê him kasetek him jî stranek derxistiye.
Şerbetfiroşê ava sûsê |

Comments
Post a Comment