Zelal Gökçe

Zelal Gökçe stranbêjeke kurd a muzîka kurdî ya nûjên e.

Perwerdehî
Wê di 'Pera Güzel Sanatlar' (Hunerên Zelal ên Pera) de ji aliyê hunermenda operayê Marsel Adamadze ve perwerdehiya şam stend. Piştrev derbasî Konservatuara Muzika Tirk a Dewletê ya İ.T.Ü.'yê bû û digel perwerdehiya dengê beşa Muzika Gel a Tirk qedand.


Xebatên wê
Kariyera muzîkî
Bû endama Koma Azad û di xebatên albuma dûwemîn ya komê 'Bihûşta min' de cih girt. Wê di albumên bi navê 'Şahiya Stranan 1 & 2' de kilamên gelêrî yên ' Ax lê Nûrê', 'Dera sorê' û 'Zara' xwend. Piştrev di koma Asmîn de weke solîst cih girt û digel komê tevlî festîval û konserên li derveyî û hundirî welat bû.

Zelal Gökçe - Zara (ji: Şahiya Stranan 2)
 

Herwiha, wê di albuma 'Homegrown Istanbul Volume 1' de strana 'Dilo' û di albuma 'On Dilde On Şarkı' (Bi deh zimanan deh kilam) de jî strana 'Qumrikê' xwend. Wê ji bo telenovelaya tirk a bi navê 'Seher Vakti' kilama 'Seher Vakti' strî. Li Îtalyayê di çarçoveya projeja 'Giriyên Jinan' de tevlî Festîvala Carovana bû. Di çarçoveya projeya Dîwana Dubeytî de ji bo helbestên Baba Tahîrê Uryan kilaman amade kir û di gelek konserên komê de çû ser dikê.

Albûma wê ya yekemîn: Solîn
Yekemîn albûma hunermendê ya bi navê Solîn di gulana 2012'an de ji aliyê Kom Mûzîkê ve hat weşandin. Albûm rêbaza jiyanê, destan, klam, lorîn û evînên li Mezopotamya û Anatolyayê vedibêje û ji 11 berhemên hilbijartî pêk tê. Taybetiyeke albûmê ev e ku stranên bi zaravayên Kurdî (Kurmancî, Soranî û Kelhûrî) û stranên bi Ermenî û yek jî bi Tirkî tê de cih digirin.

  Zelal Gökçe - Qumrikê (ji albuma 'Solin')
 
Kariyera televîzyonê
Wê ji bo IMC TV xebat kir û digel Burcu Yankin, Feryal Öney û Özlem Taner amadekarî û pêşkêşkeriya bernameya 'Kadinlarin dilinden' (Ji zimanê jinan) kir. Wê di belgefîlma alman a muzîkê ya bi navê 'Türkei - Die Kinder der Sonne' (Tirkiye - Zarokên rojê) de weke karaktereka sereke cih girt. Belgefîlm ji aliyê kanala alman SWR (Südwestrundfunk) hatibû amadekirin.

Comments