Meriv çawa xwe ji krîza dil difilitîne?

Ferz bikin saet 6.00 a danê êvarê ye, we li kar rojeke dijwar derbas kiriye û hûn êdî berve mal diçin - bi tenê. Hûn gelek westiya ne, lewma serê we jî tevlihev e. Xwedê neke - ji nişka ve êşeke giran dikeve singa we û ev êşa tûj derbasî pî û devê we dibe. Hûn ji nexweşxaneyê 8 km dûr disekinin, lê mixabin hûn nizanin ka hûne bi awayeke sax karibin xwe bigihînin an na. We perwerdehiya alîkariya yekemîn stendiye lê hûn nizanin ka meriv di rewşeke wiha de çawa kare alîjariya xwe bike?

Îcar hûnê çi bikin?


Gava meriv bi serê xwe be, çawa kare xwe ji krîza dil bifilitîne?

Kesên ku bi krîza dil dikevin pirr caran bi serê xwe ne...û gava kes tune be ku karibe alîkariyê bike dilê meriv bi têra xwe lênaxe, beden kêmtir xwîn û oksîjen distîne û ev yek dibe sedema windabûyîna hiş. Di rewşeke wiha de meriv hişê xwe piştî 10 çîrkan winda dike. Herwiha, kesên ku bi krîza dil ketine karin bi vî havî alîkariya xwe bikin:

Divê dubare-dubare bi awayeke xort bikuxin

Divê mirovên ku bi krîza dil ketine dubare-dubare bi awayeke xort bikuxin. Berî kuxînê divê behneke kûr bistînin. Kuxîn jî divê kûr be da ku meriv wê di hundirê sînga xwe de hîs bike. Divê bêhnstendin û kuxîna kur her 2 çîrkan bê dubarekirin heta ku alîkarî were. Heger meriv êdî karibe bi awayeke rihet bêhna xwe bistîne, wê çaxê merv kare dev ji kuxînê berde.

Çima behnstendin û kuxîna kîr?
Bi behnstendinên kûr beden bi têra xwe oksîjen distîne û kuxînên kûr jî def didin dil û bi vî havî piştgiriya çerxa xwînê dikin. Dil bi van kuxînan ji nu ve digihêje rîtma xwe. Bi rêya vê yekê qurban şoqa xwe li pesmy xwe dihêle û kare xwe bigihîne nexweşxanê.

Lewra:
kuxîn û behnstendinên kûr di dema krîza dil de dikarin jiyana mirov xilas bikin...

Comments