Gelê roman

Roman, bi zimanê romanî: rom (yekhejmar); roma (pirhejmar), navê civak û gelekî etnîkî ye ku bi tarza jiyana koçberiyê tê nasîn. Ew ji bakur-rojavayê Hindistanê derketine û li hemû cîhanê belav bûne.

Romanên Spanyayê, sal 1917
Ev peyv ji bo gelek komên civakî tê bikaranîn ku koka wan a etnîkî yek e. Li gorî vê yekê roman ji gelê dom a bakur-rojavayê Hindistanê pêk hatine.Li gorî lêkolînên genetîk roman di sedsala 5'mîn de ji welatê xwe yê eslî koc kirine.Kocberiya wan ne bi awayeke homojen, lê li ser rêyên cuda û di periodên cuda de debas bûye. Ji zimanê wan a zikmakî re romanî tê gotin û ev ziman xwediyê gelek zaravayan e. Romanî dikeve nava koma zimanên hînt-ewropî û zimanê ku pirtir nêzikî ye zimanê domî ye. Gel û komên roman di dîrokê de pir caran ji ber koka wan a etnîkî, awayê jiyandina wan û rewşa wan a civakî rastî zext û zordariyê hatine, ewqas ku li gelek dewletên ku tê de dijîn hê jî dibin armanca zilma civakî, aborî û siyasî.

Bi nav kirin
Roman
Navê roman ku ji peyva rom (mirov) pêk tê bi gelemperî ji bo hemû komên vê etnîsîteyê tê bikaranîn. Yekîtiya Navneteweyî ya Roman a ku hewl dide hemû romanên cîhanê temsîl bike, peyva roman jî di heman watê de bikartîne û ji aliyê Yekbûna Navneteweyî ve tê qebûlkirin.

Ala neteweyî ya romanan
Herwiha, ji bilî roman peyvên 'sîntî û 'sîgon' jî tên bikaranîn lê ev peyv ji peyva roman nûtir in.Yekemîn kongreya cîhanî ya hereketa mafên welatîyên roman di sala 1971'an de li Londrayê pêk hat û wek encam biryar hate dayîn ku peyva 'roman' bila wek peyva fermî ya ew civakên cuda bê bikaranîn. Kongreya Neteweyî ya Roman (Roman National Congress RNC) jî peyva 'roman' wek navê fermî bikartîne. Komîsyona ewropî ya dijî nijadperestî û nexweşbînîtiyê (ECRI) di sala 1998'an de pêşniyar kiribû ku bila ew nav bên bikaranin, yên ku di nava ew civakên cuda de têne bikaranîn.


Sîgon/çîgan/çîngen
Peyvên sîgon/çîgan/çîngen jî wek naveke giştî tên bikaranîn, lê bêhtir ji bo biçûkxistina wan. Koka van peyvan bi tevahî nehatiye ronîkirin, lê tê zanîn ku ew ji peyva yewnanî 'atsinganoi' pêk hatine. Ev peyv di çavkaniyên dîrokî yên Gregorios II. Kyprios, patrîkê Konstaninolopûsê yê 1283-1289, derbas dibe.

Peyva 'atsinganoi' ku tê wateya 'destnedayî' naveke dîrokî ye ji bo gelên roman û bi taybetî ji bo biçûkxistin û cûdakirina nijadperest dihate bikaranîn. Di Elmanyaya Nazîstan de ev peyv wek navê fermî ji bo qewirandin û tinekirina vî gelî dihate bikaranîn. Ji ber van sedeman ev na xweşiyê komên romanî nayin. Hêjayî gotinê ye ku peyva sîgon di bingeha xwe de - wek peyva 'nigger' ("reşik") - her çiqas rasîst be jî, nehatiye qedexekirin û hê jî tê bilêvkirin. Roman xwe pirranî bi navê Roman binavdikin.

Strana romanî ya ' Ederlezi' ji fîlma binavûdeng a 'Time of the Gypsies' (Dema qereçiyan)


Li Kurdistanê
Li Kurdistanê gelek binavkirinên wan hene:

Aşiq - Begzade - Cengene - Cingene - Çîgan-  Çîngen - Dome - Elekçî - Gewende - Meriyê boşe - Mirtib, Mirtiv, Mitirb, Mitrib - Qerec, Qereçî - Sûzmanî - Lûtî

Li Kurdistanê gelek deveran ji wan re "Tirk" jî tê gotin. Dibe ku ev ji ber hatina tirkan ya ji rojhilatê derketiye û kê ji rojhilatê hatibin mezinên kurdan gotine tirk. Cara pêşîn di destpêka 1500´î de li rojavayê Ewropa di qeydên dîrokî de navê wan derbasbûye. Tê texmînkirin ku romanan di destpêka 1000´î destbi koçberiyê kirine. Herçendî roman êdî ne ewçend wekî berê koçber bin jî wisa tên zanîn.

Eslê romanan
Li gorî lêkolînên genetîk û lenguîstîk roman ji gelê domba (bi sanskrîtî 'domba') pêk hatine. Gelê domba îro li hemû Hindistanê belaw bûye, lê welatê xwe yê eslî li bakurr-rojavayê Hindistanê ye. Dombayên bakurê Hindistanê xwe îro wek 'dom' bi nav dikin. Ji bilî vî navî, navên din ên ku li gorî zaravayan diguhêrin wiha ne: Domaki, Dombo, Domra, Domaka, Dombar, Dombari û hwd.

Koçberiyên dîrokî yên gelê roman

Domba di civaka olî ya hîndû de dikevin kasta dalîtan (paria) û bi vî havî di bin her çar kastên sereke yên brahmanan, kşatriyan, vaişyan û şudran dimînin. Derketina wan a ji Hindistanê li gor lêkolînên genetîk li dora 500. P.Z. pêk hatiye. Hinek komên dom bi vî havî li Rojhilata Navîn mane û îro li welatên li dora Behra Spî dijîn. Di sala 1100 P.Z de komên din derbasî Balkanan bûne û li wir bûne du beş: beşeke başûr-ewropî û yeka Ewropaya navendî.

Roman li kîjan welatî bijîn, pirranî zimanê wê welatî diaxivin lê dîsa jî dab û nêrîtên xwe, cejnên xwe û hinde jî zimanê xwe parastine. Zimanê romanan ango romanî ji malbata zimanên hind û ewropî ye.


Zilm, zext û zoredarî
Kampeke romanan di dema nûjên de
Dema ola Îslamê li Hindistanê belav dibe ji ber ku wan di kasta herî nizm de dijiyan rastî tevkujiyan hatin û reviyan. Hinek jî dibêjin wan jî wekî berên tirk-mongolan ji ber sedemên jiyanê welatê xwe terikîne. Mixabin ev gelê aştîxwaz û rengerengîn îro jî li tevahiya cîhanê di bin pêkutî û zilmê de ne. Bi zimanê wan perwerde nîne û civakên romanan di xizanî, bêperwerdeyî û dafika sûcan de dijî. Ji ber ku welateke wan êdî nîne, zehmetiyên herî mezin dikişînin.

Di Şerê cîhanî yê duyem de li Almanyayê bi tevî cihûyan hatin tunekirin. Îro li Tirkiyeyê bi hezaran roman bêî nasnameya neteweyî ne.

Comments