Flora û Faûna ya Rihayê

Xwezaya Rihayê di hundirê xwe de gelek ajal, giha û kulîlkên bêhempa xwedî dike ku neslê wan an bi tunebûnê re rû-bi-rû ne, an jî endemîk in


Endemîk anku cureyên endemîk, ev cureyên ajal, balinde, buhik, riwekan û hwd. ne, yên ku bi tenê di herêmeke taybet de dijîn. Bi gotinên din, cureyên xwecihî û herêmî ne û lewra bi cihekî taybet ve girêdayî ne.
Dîmenek tîpîk ji deştên li ber ava Ferêt
Derê ku em jê re dibêjin deşt li vir peyda ye. Di deştan de pir dar tune ne, bi tenê riweyên giyayî yên ku wek firkên yeksalî mezin dibin hene. Di deştan de gelek ajalên cûda yên ku cinsên xwe pir kêm bûne tê de dijîn. Ew xwe baş vedişêrin û pirraniya wan tenê bi şev aktîf dibin.

Gula Reş
Gula reş cureyeke endemîk a gulan e û lewra tenê li Xelfetiyê heye. Ji ber mîkro-iqlima ya ku li Xelfetiyê peyda ye, di vê herêmê de gulên reş ên ku bala meriv dikşînin mezin dibin.
Lêkolîner dibêjin ku gulên reş endemîk in û lewra bi tenê li Xelfetiyê wuha derdikevin holê. Pêwîst e ku rengê gulan vekirî be, lê ji ber ku ew gul endemîk in bi bandora mîkro-iqlima Xelfetiyê rengê xwe diguherînin û bi vî awayî reş xuya dikin. Ev gul bi taybetî di mehên buhar û payizê de mezin dibin.
Lê dema ku meriv ev gulan qut dike û li derekî din diçîne gul taybetiya xwe wenda dike û rengê taybet ê vî gulî xwe diguhêrîne. Bi çandina biziran jî rengê gulan reş nabe. Ji ber vê yekê gelê Xelfetiyê gulên reş di baxçên xwe de diçînin da ku turîst ew gulên balkêş bibînin.

Sinbula Mezopotamyayê 
Simbula Mezopotamyayê (Scilla mesopotamica Speta) piştî Gula Reş yek ji kulîlkên herî navdar ên Xelfetiyê ye. Ev kulîlka ku ji famîleya simbulan (Hyacinthaceae) e tenê li Xelfetiyê mezin dibe û cara ewil berî 116 salan hatibû keşfkirin, lê piştî bin av ketina Xelfetiyê ev kulîlk wek cûreyeke tinebûyî dihat zanîn.

Di sala 2004an de bi xebatên Fakulteya Wêjeya Fenê ya Herranê dîsa hat keşfkirin. Kulîlk di sala 1888an de ji aliyê lêkolînerê giyayê yê elman Paul Sinteris li Xelfetiyê hatiyê dîtin û navê xwe ji warê xwe Mezopotamya stendiye. Herwiha, di sala 1977an de ji aliyê lêkolînereke xerîb yê bi navê Speta ji cîhanê re hatiye naskirin.

Spas ji bo/Thanks to: Motomu Nagaoka (faj.co.jp/blog)
Wek Gula Reş, simbula Mezopotamyayê jî kulîlkeke endemîk e û lewra di ekosîstemên biçûk ên mîna li Xelfetî derketiye holê.

Varana deştan 
Varana deştan (Varanus griseus), gumgumokeke xwediyê dirêjbûna 1,5 metreyan e. Ev ajalên taybet ji aliyê gel ve weke cinawir dihatin binavkirin. Ev gumgumokên mezin yek ji ajalên ku cinsê xwe herî kêm e ye, û di deştên Rihayê de dijî. Ev gumgumok hêlîna xwe di bin erdê de cêdike û di zivistanan de bi nivî pasîf e.

Dîmenek gelek nadîr: Varana deştan li deştên Rihayê
Di rojên germ ên Rihayê de, ji cihê xwe derdikeve derve û bi hêkên cûkan û bi gumgumokên din ên biçûk xwe xwedî dike. Dîtina van ajalan gelek bi zehmet e. Dema ku ew xwe di tehlûkê de hîs dikin, karin hiskî birevin. Li gorî lêkolinên herî dawî ev ajal li derdorên sînora Riha û Suriyê dijî. Ji ber mezinahiya wan mixabin ev ajalan heta neha ji aliyê gundiyan ve pir caran dihatin kuştin. Lê piştî perwerdeyeke bingehî neha ev ajal ji aliyê heman gundiyan ve tê parastin.

Kêlhenek 
Kêlhenek: Taca serê Bêrecûkê
Kêlhenek an keçel an jî teyrê keçel (Geronticus eremita), balindeyeke ku ji sala 1879an û vir de li bajarê Bêrecûgê dijîn. Heta demeke dirêj li Bêrecûkê populasyona herî dawî ya xwezayî ya kêlhenekan (Geronticus eremita) hebû. Ew bajar hê jî weke welatê kelhênekan tê nasîn. Mixabin jmara vê çûkê li ber tehlûkeya tunebûnê ye. Hêjayî gotinê ye ku di sala 2002'an de populasyoneke din a xwezayî li Sûriye hate dîtin. Îro neslê kelhênekê di bin parastinê de ye û ji bo ku jimara wan zêdetir bibe, li Bêrecûke navendeke hilberîn û mezinkirina kelhênekan hate damezirandin. Ev navenda ji bo mezinkirin û zêdekirina jimara kêlhenekan li dinyayê bêhempa ye.

Ev çûk di pirtûkên bedew ên xirîstiyanan/mesîhiyan de wek çûkeke pîroz derbas dibe. Li gorî vê yekê, kelhênekekê piştî dawiya selava mezin ji keştiya pêxember Nuh re rê nîşan daye û wan ji çiyayê Araratê aniye ber kenarên çemê Feratê, li şûna ku pêxember Nuh bi malbata xwe re xwe bi cih kiriye. Lewra xirîstiyanên Birthayê kelhênekê weke ajaleke pîroz didîtin, ew diparastin û her sal carekê ew bi mihrîcanên bi coş pîroz dikirin.

Comments