Fistiqvanî

Fistiqvanî karekî pir bi zehmet e, ji ber ku darê fisdeqan darekî taybet û hesas e - her çiqas pir av naxwazibe jî. Ji bo berdarbûna vê dare dive ku sal xwediyê zivistaneke xort, buhareke bê sarî û bê zîpik û havîneke hişk û germ be (nêzike 40 dereceyan). Bi vi awayi dar û mêwe çêtir pêşdikevin.

Rezên fistiqên Xelfetiyê (Riha)
Fistiqên Dîlokê/Eyntabê li welatê me gelek bi nav û deng in. Lê hêjayi gotinê ye ku ew fistiq bi esasî li Rihayê mezin dibin û - ji ber pêşketina pêşesaziya Eyntabê - ji şîrketên eyntabî re têne firotin. Fermo, meriv kare bêje ku fisdeqên Rihayê tahmê xwe yê bêhempa didine baqlawayên Eyntabê.

Zivistan
Wekî gelek dar darê fisdeqan jî di zivistanê de vedihese. Îlaca zivistanê tê avêtin da ku dar zêde zerar ji zivistanê nestîne. Lewra jî di vê demsalê de bax naye cutkirin.

Bihar
Bi hatina biharê re baxê fisdeqan ji nu ve tê cutkirin. Di navenda buharê de  salkimên meyweyê xwe nîşan didin û bi pelgên darê re vedibin. Di dema biharê de bax qasî 3-4 caran tê cutkirin.
Dema cutkirina rezan (di biharê de)

Demê biharê her çiqas dema xemilandina rezan be jî, dema derketina tertûlan e jî. Tertûlî fistiqan kurmekî gewrikî biçûk e. Ew bi kom li darê dicivin û çavikên daran dixwin. Herwiha, ajalekî din ê ku zerarê dide fistiqan xatûn e.
Tertûl: Dijminê herî "mezin" ê fistiqvanan...!
Xatûn dihere hêkên xwe li ber kokên fistiqan dike û kurmên xwe di kokên darê de gir dibin. Ku meriv nekujê dikane darê hişk bike. Ajalekî din ku zerarê dide fistiqan cureyekî kelmêşan anjî yê kuvan e. Nexweşiya ku kurd dibêjin zeng wek mîna aveka reş ya zeliqoqî ye. Hin dibêjin ew ji kelmêşan çêdibe lê dibe ku ji kuvan jî çêbe. 

Havîn
Di rojên havînê de fistiq (meywe) di qalikan de tijî dibin û pêşdikevin. Mêwe bi rengê xwe yê agirî bala mirov dikişîne ser xwe. Di destpêka meha îlonê  de gel dest bi komkirina fisdeqan dike.
Fistiqên tijî li benda kombûnê ne...


Komkirina fistiqan
Komkirina fisdeqan herî kêm ji aliyê 4 kesan ve tê kirin û heta mehekê diajo. Ji bo komkirina fisdeqan ev alet pêwist in: 'erebe (ya hespê), 5-6 qumaşên ku ji wan her yek 4 m2 ne û nêrdewanek (ku destê mirov bigihêje fisdeqên herî jor jî). Qûmaş di bin darê de tên rêxistin, kesek bi aliyê nêrdewanê derdikeve ser darê û fisdeqan wek salkim qut dike. Fisdeq dikevin ser qûmaşên bin darê.

Payîz
Wek hate gotin, di vê demsalê de fistiq (meywe) tên komkirin û ji komkirina fisdeqan mehek bişunde dar tên adakirin. Milên zuha yên dare wek her sal tên qutkirin. Ev qutkirina milên zuha him ji bo tenduristiya darê girîng e, him jî ji bo ku dar di zivistanê de baştir karibe xwe li hemberî sermê biparêze. Herwiha, ev milên qutkirî ji alîye gel ve tê komkirin û ji bo vêxistina êzingê tên bikaranîn. Di demsala payîzê de baxê fisdeqan careke tê cutkirin.
Fistiqên komkirî û milên zuha yên darê têne hişkkirin

Comments