Hewenc (Bozova)

Hewenc an Hewag an jî Heweng (bi tirkî: Bozova) yek ji navçeyên Rihayê ye.

Erdnigarî
Hewenc ji aliyê erdnigariyê ve navçeyeke girêdayî parêzgeha Rihayê ye. Li rojavayê wê Xelfetî, li başûr-rojavayê Bêrecûk, li başûrê Pîrsûs, li başûr-rojhilat û rojhilata wê bajarê Riha, li bakur-rojhilatê Hîlwan û li bakurê wê parêzgeha Semsûr disekinin. Bakur û rojhilata wê bi çiya û qot in û başûrê wê bi awayeke fireh duz û vekirî ye. Li rojhilata navçê piyên çiyayê Arat, li başûrê jî qotên çiyayên Qeplan hene. Bakur-rojhilata wê jî ji çola Hîlwanê pêk tê. Piyên Ferêt çemê Bîtîk û çemê Macûnlû erda navçê av didin. Navçe ji navenda parêzgehê 38 km dûr e û rûerda wê 1'550 km2 e. Jimara gelheyê xwe 26'756 e û pirraniya wê ji kurdan pêk tê.

Floraya navçê dişibe ya deştan û li dora newalan komên darên biyan û yên hewran tên dîtin. Îqlima navçê havînan pir hişk û germ, zivistanan jî şil û sar dike.

Der û dora Hewencê wek ya Rihayê ciheke girîng a xwezayî ye ji bo ajalên ku neslê wan kêm in.

Dîrok
Di dîrokê de Hewenc gelek navên cûda wergirtiye, û ev yek nîşanî meriv dike ku dîroka bajêr kûr e. Bi saya lêkolînên arkeolojîk bermayiyên kevnar hatine dîtin û dîroknas lewra texmîn dikin ku li vir 7250-5500 B. Z. mirov jiya ne.

Asûriyan ji bajêr re Asuranianu,  romayî û ermeniyan Tormenapa û ereb jî jê re 'Telhuvek' gotine. Gundê Şaşkan (Igdeli) ji bo tesbîtkirina dîroka navçê rolele girîng dileyze, ji ber ku di dala 1982'an de li ser meydanê di nava girên Şaşkan ên biçûk û mezin de lêkolînên arkeolojîk hatin kirin û di encama vê lêkolînê bermayiyên dîrokî hatin dîtin û nîşanî dîroknasan dikin ku mirovan wê derê 7000 sal berî vê xwe bi cih kirine. Yekemîn bermahiyên gihaneke medeniyetê ên neolîtîk ji çaxa kalkolotîk (5500-3200 B. Z) di çarçoveya kolandinên arkeolojîk ên li girên Qurban, Lidar (Hewenc) û Hasek (Siwêrek) hatine tesbîtkirin. Di çarçoveya heman kolandinan de gelek bermahiyên ji çaxa hesînî (3200 - 1800 B. Z.) hatine bidestxistin.

Bermahiyeke dîrokî: Kerwansaray, navendeke kevin a Rêya Îpekê
Herwiha, yekemîn medeniyeta  ku li der û dorên Hewencê hatiye avakirin medeniyeta asûrî ya bi navê Asuranianu ye û ji 2000 heta 606 B. Z. hikm kiriye. Piştre herêma Hewencê ketiye bin destê Makedoniyan, Romayiyan û Bîzansiyan. Di sala 640'an de, di dema pêxzmber Omer Riha bi saya Ubeyt îbnî el Cerrah dikeve nav destê misilmanan û bi vê yekê dibe beşeke erda misilanan. Ji sala 1402'an heta 1516'an bajar ji sefawiyan dikeve destê memlûkan û ji wan dikevz nav destê osmaniyan.

Li girê Lîdar di sala 1985'an de kolandinên arkeolojîk ji aliyê Prof. Dr. Harald Hauptmann û çend endamên Zanîngeha Heidelbergê ve têne kirin û di encamê de tabletên kevirî yên ji dema Hîtîtan hatine bidestxistin. Li ser her du hêlan nivîsên nediyar hatine çêkirin û heta îro transkrîpsyona nivîsê nehatiye kirin.

Gundê Qentirme
Li ser dîroka gundê Qentirme zêde agahî tunebin jî, tê gotin ku dîroka gund gelek kûr e. Gund navê xwe ji esereke dîrokî distîne, ev yek jî nêza camiyê disekine. Tê gotin ku ev eser gelek kevnar e. Li gorî lêkolînan Rêya Ebreşûm ji vê derê derbas bûye û ev eser weke cihê rênîsanderan hatiye bikaranîn. Ev eser di herêmê nas be jî, di sala 1999an de cara yekemîn ji aliyê lêkolînerên ewrûpeyî hate kesfkirin. Li gorî lêkolîneran, dibe ku qentarme besa jêr a mîmareke Romayiyan e û berê li ser de xaneyeke (mezin a) depî sekiniyaye. Dibêjin bazirganên Rêya Ebreşûmê wextê ku ji Eyno cûne Edessayê ji vir ve derbas dibûne.
Bermahiyeke din a dîrokî li ser Rêya Îpekê ya ku ji Rihayê ve derbas dibe

Comments