Anî / Անի

Ani (bi zimanê ermenî Անի) bajarekî dîrokî yê li Qersê ye û paytexta kevnar a Şedadî û xanedana Bagratuniyan e. Ji ber ku bi sedan sal in bêkes e wêran bûye.

Nîgareke balkêş ji hundirê dêreke Anî

Erdnigarî
Bajarê Anî îro dikeve ser sînorên Ermenistan û Tirkiyê û bilindahiya bajêr 1338m e. Li dora wê newaleke kûr heye e û cemê Axûryan/Arapcay/Harpasus, yê ku sînora du welatan destnîstan dide, ji kêlekê ve derbas dibe. Anî ji bajarê Qersê qasî 42 km dûr e û li basûr-rojhilatê bajêr disekine.

Dîrok
Anî di cavkaniyên ji sedsala 5'mîn de weke war û kelheke ermenî derbas dibe. Di sala 763'an de kete destê bagratîdên ermenî û di sedsala 10'mîn de wergeriya yek ji bajarên herî girîng ên herêmê. Qralê Aşot III ê bagratûnî ku ji 951'an heta 977'an desthilatdariyê dikir, Anî di sala 961'an de weke paytexta qraliyeta xwe hilbijart. Gava bajar di sala 1045'an de derbasî bîzansiyan bû, Anî ya ku dikeve ser riya îpêkê bi navê "Bajarê hezar û yek dêran" bi nav û deng bû û gelheya wê 100 hezaran derbas dikir.

Katedrala mezin a Anî

Di roja 16'e tebaxê 1064'an de Anî ji aliyê Selçûkan ve hat bidestxistin û kete bin hikma îslamî.Siltan Alp-Arslan bajêr di sala 1072'an de da destê Şedadiyan. Şedadiyên ku xanedaneke kurd a li Gence û Dwînê bûn li Anî hikm dikirin heya ku bajar di sedsala 12'mîn de kete nav qraliyeta gurcuyan û bi vî havî ji nû ve kete destê xirîstiyanan. Ji sala 1125'an heta 1209'an çend caran ser derket û Anî di sala 1239'an de kete bin destê moxolan. Di sala 1319'an de - Anî êdî ji aliyê Aq Qoyunlu û Qara Qoyunluyan ve dihat rêvebirîn - erdhejeke pir giran pêk hat û pirraniya bermahiyên dîrokî zerar dît. Ji sedsala 14emîn pê ve êdî gelheya bajêr her ku çû kêmtir bû. Ji sala 1534'an pê ve Anî kete nav sînorên împeratoriya Osmanî û ji 1878'an heta 1917'an herêmeke împaratoriya rûsî bû.

Di salên 1892/1893'an û 1904-1917'an oryentalîstê rûsî Nikolai Jakovlewîc Marr cara ewil lêkolînên arkeolojîk pêk anî.

Dêra Xilasker, avahiyeke bêhempa ya ku ji ber erdhejê xeter bûye
Rewşa bajêr a îro
Mizgefta Menuçehr, ji mîmariya Şedadiyan
Îro Anî bajarekî wêran e û sêwî maye. Bi gelemperî ji bo mîmariya xwe ya ermenî û bermahiyên dîrokî yên bêhempa nas e. Kesên ku li Anî dimînin bi gelemperî leşkerên romî ne û mêvanên bajêr ji tûrîst û gundiyên Ocakliyê (gundekî cîran ê Anî) ne.

Xebatên xirab û çewt ên restorasyonê, vandalîzm, erdhejên xwezayî û yên ku ji teqînên di kaneke keviran a li aliyê Ermenistanê de pêk tên ji Anî re tahlûkeyeke mezin in. Bermahiyên ku meriv kare bêje hê ne bi windabûyînê re rû-bi-rû mane ev in: Çend beşên sûrên bajêr, katedrala ku di nava salên 1001'an heta 1010'an hatiye lêkirin, çend dêrên dîrokî, sîtadel û sarayek ku di dawiya sedsala 20'mîn de bû qurbana "xebatên restorasyonê".

Hêjayî gotinê ye ku nasname û paşeroja ermenî ya Anî ji aliyên tirk ên fermî ve car caran tê veşartin. Li ser tabelayên daxuyaniyê yên ku li Anî hatine çandin tenê behsa "mîraseke xirîstiyanî ya di nava Împaratoriya Osmanî de" tê behskirin. Heta demeke kin ji bo têketina bajêr destûreke taybet pêwîst dibû ji ber ku ew herêm weke herêmeke leşkerî dihat bikaranîn. Lewra, ji ber ku ev der li ber sînora Ermenistanê ye, wêne kişandin jî heta demekê qedexe bû. Ji bo ku Anî ji tûrîzmê re bê qezenckirin gelek der ji raya giştî re hate vekirin. Tenê sîtadel (bi tirkî: İç Kale) û sînor hê jî herêmên leşkerî ne û lewra ji raya giştî re girtî ne.
Anî berê navenda katolîkosekî bû.


Girêdanên derve

Comments