Zeugma

Zeugma (bi yewnanî: Ζεύγμα, "bajarê pir") bajarekî kevnar ê helenîstîk e ku pistre ket destê Împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê, dîsa li ber çemê Ferêt bajarê din ê kevnar Seleukia Apamea an jî Seleukeia peyda bû. Zeugma li nêzika gundê Belkis li ber çiyayê Belkisê hatiye avakirin (ku nêzika navçeya Bêrecûkê ye) û îro dikeve nav sînorên navçeya Belqîz (Nizib) a parêzgeha Dîlok.

Nîgarên dîwarê û mozaîkên erdê yên Zeugmayê
Ji ber ku Zeugma û Seleukeia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bû, her du herêm ji ber aboriya xûrt bû bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa xemilandî bû. Zeugma di cotmehê sala 2000'an de bi qedandina avakirina Bendava Bêrecûgê ji nû ve hate kisfkirin, lê pirraniya bajarê antîk kete bin avê.

Dîrok
Zeugma di 3'mîn sedsala berî zayînê ji aliyê Seleukos I Nikator (Seleukos yekê serfiraz) li ew dera ku yekemîn pira Ferêt avakiribû hate damezirandin. Bi derbasbûyîna demê ev bajar her ku çû pêşket û wergeriya yek ji navendên herî girîng ên aborî û rêvebiriyê. Di bajarê ku ji aliyê lejyona romayî dihate parastin de nêzî 70.000 rûniştvan dijiyan. Bajar di sala 252 piştî zayînê ji aliyê sasaniyan ve hatibe saetandin jî, ji nu ve hate avakirin. Piştre bajar ji aliyê erdhejekê ve saetiya: beseke qota Belqîsê ket û navenda bajêr di bin xwe de hîst. Lewra pirraniya malên ku bin herriya erdhejê man zelalbûna xwe heya lêkolînên arkeolojîk ên sala 1999-2000'an parastin. Bajar ewqas pêşketî û rêxistî bû ku sîstema kanalîzasyonê avên qîrêj û yên baranê bi awayeke balkêş tala çemê dikir. Ev sîstem li gorî dema xwe xwediyê teknolojiyeke bi aqil bû. Di çarçoveya lêkolînên arkeolojîk ev sîstema kanalîzasyonê bi tevahî hate kisfkirin.

Lêkolînên zanistî
Li vê herêmê lêkolînên arkeolojîk cara ewil di sedsala 19'mîn de hatin kirin û di encamê de li dora Zeugmayê nekropolîs ('bajarên miriyan', goristanên kevnar) û mozaîkên cûda hatibûn dîtin ku îro li muzeyên Berlîn û Sankt Petersburgê ne. Di sala 1980'î de GAP'ê eskere kir ku wê li Bêrecûgê bendavekê avabikin.Gava di sala 1989'an de Dr. Guillermo Algaze, profesorê Zanîngeha Chicagoyê çavlêgerînek li vê herêmê kir, bal kişand ku wê di demeke nêz de bendavek bê avakirin û bang li enstîtu û zanîngehên cîhanê kir ku bila werin lêkolînên arkeolojîk bikin. Lê mixabin ti enstîtu û zaningeh ser lê nexist.

Mozaîka herî navdar a Zeugmayê: "Keça qerecî"

Serokê Muzeya Dîlokê Rifat Ergeç û asîstanê wî Mehmet Önal di sala 1994'an de dîsa bangeke lezgîn li arkeologên cîhanê kir û di heman demê de diyar kir ku wê bi alîkariya wezareta hunerê ya tirk lêkolînên arkeolojîk ên bicûk bên destpêkirin. Lê ji ber pirsgirêkên aborî enstîtuyên arkeolojîk û wezaretka hunerê ya tirk mecbûr man lêkolînên xwe rawestînin. Di sala 1995'an de wezareta derve ya Fransayê tevlî xebatên lêkolînê bû û alîkarî da arkeologa serkeftî Caherine Abadie-Reynal û elemanên wê yên ku heta sala 1999'an bi lêkolînên xwe yên zanistî berdewam kirin. Herwiha, di sala 2000'an de hemû bermahiyên Zeugmayê bi qedandina Bendava Bêrecûgê û bi bilindtirbûna ava Ferêt ketin bin av.

Axeloos li ser mozaîkeke helenîstîk a bajarê Zeugmayê
Di 7'ê gulanê 2000'an de, nîv salek berî bin av ketina bajarê kevnar David Packard Jr., kurê damezrînerê Hewlett-Packard'ê, bi rêya rojnameya New York Times'ê hînî xebatên Zeugma bû û bi awyaeke lezgîn lêkolîneke derasayî organîze kir. Ji bo xelaskirina Zeugmayê wî hema sîrketeke îngilîzî ya bi navê Oxford Archaeological Unit (OAU) ku di bin rêveberiya Robert Earley bû, pisporên mozaîkê yên îtalyan û komeke fransî erkedar kir. Serokkomarê tirk Sezer, sewa ku zêdetir dem hebe, bin av xistina Zeugmayê ji bo 10 rojan rawestand. 60 arkeolog, 200 karker û sê hilkolînerên nu tevlî xebatên xelaskirina Zeugmayê bûn û bi saya buceya 5 mîlyon dolar gelek bermahî hatin dîtin. Di encama lêkolînên ji hezîranê heta cotmehê 2000'an de 45 mozaîk - ku ji wan 22 bê zerar bûn - hatin dîtin.

Êdî mozaîkên Zeugmayê li hemû cîhanê devgvedan û Zeugma ji aliyê zanistvanan wek "Pompeji'yê dûwemîn" bi nav kirin. Mozaîkên Zeugmayê heta sala 2011'an li Muzeya Dîlokê hatin pêşan dan û di gulana 2011'an de bi lêkirina Muzeya Mozaîkên Zeugmayê gihîştin muzeya xwe ya taybet.

Comments