Xavier Naidoo

Xavier Kurt Naidoo (* 2'ê cotmehê 1971an li Mannheimê, Elmanya) hunermendeke elman yê Soul û R&B yê ye.

Ji bilî kariyera xwe ya soloyê, di nava koma elman a bi navê Söhne Mannheims ê cih digrire û yek ji damezrênerên vê komê ye. Herwiha, ji bo avakirina Akademiya Pop a Württemberg ê jî xebat kir û tê de weke mamoste xebitî. Di heman demê de xwediyê şîrketên muzîkê yên bi navên Beats Around the Bush û naidoo records

Baweriya Naidoo bi Xrîstiyantiyê heye, lewra stranên Naidoo bi gelemperî derheqê olperweriya Xrîstiyantiyê, qiyametê, xêrxwaziyê û dijberiya nijadperestiyê hatine nivîsandin. Naidoo ji ber gotinên stranên xwe çend caran xelat stendiye, herî dawî di sala 2003an de xelata Fred-Day-Preis ê wergirtiye.

Herwiha, Naidoo di gelek projeyên hunerî û civakî jî cih girtiye (weke di projeyên 'Brothers Keepers', 'Rock gegen Rechts', '4 Your Soul', 'Rilke Projekt' û 'Fourtress' de). Albuma ewil ya Naidoo ya bi navê Nicht von dieser Welt (Ne ji vê cîhanê) di sala 1998an de derket piyasê û ji mîlyonek car zêdetir hate firotin.

Naidoo albuma xwe ya dûwemîn (Alles für den Herrn/Her tişt bo Rab) di sala 2002an de, û ya sêyemîn (Telegramm für X/Telegram ji X re) di sala 2005an de derxist piyasê. Wî bi her du albumên xwe yên nû heman serkeftinê bidestxist û di sala 2009'an de albûma xwe ya çaremîn (Alles kann besser werden/Har tişt kare baştir be) weşand.

Straneke Xavier Naidoo - Ich brauche dich (Ez mixtacê te me) 

Comments