Prensesa kurd: Leyla Bedirxan

Leyla Bedirxan (z. 1908 Stenbol − m. 1986 Parîs) yekemîn hunermenda baleyê ya kurd e û wekî prensesa kurd tê naskirin, Keça Abdurezak û Henriette Bedirxan e.
Prensesa kurd Leyla Bedirxan
Kurtejiyan
Leyla Bedirxan a ku îro weke prensesa kurd tê nasîn di sala 1908'an de li Stembolê jidayikbû. Dayika wê, Henriette Hornik, jineke cihû-awûstûryayî, li Viyana jiyaye û li wir perwerdehiya xwe kiriye. Bavê Leyla, Abdulrezak jî ji malbata Bedirxaniyan e ku di nava kurdan de xwedî gotin bû. Ji ber koçkirina bi zorê malbata wê koçî Misirê kir. Li wir zarokatiya xwe derbas kir, lê piştî mirina bavê, keç û dayik bi malbarkirinê jiyana xwe li Viyanayê berdewam kirin.

Destpêka jiyana hunerî 
Leyla Bedirxan li Viyanayê perwerdeya xwe ya ewil a dansê dît û li Operaya Viyanayê cara yekemîn derkete ser dikê. Ji bo ku karibe li Fransayê xwe ji aliyê hunerî ve pêşbixe, Leyla Bedirxan bi Henri Touache re zewicî. Leyla, him ji aliyê karê xwe yê hunerî ve him jî ji aliyê jinbûyîna xwe ve, weke jineke serbilind dihate nasîn. Û wê tu car kurdbûna xwe înkar nekir. Gava wek 'ereb' hatiye bi nav kirin wê evya sererast kiriye û xwe hertim wek kurd daye nasîn.  

Zewaca digel Henri Touache 
Di sala 1930'an de Leyla bi Henri Touache (zilamekî polonyayî) re zewicî û bi vê zewacê keçeke wan a bi navê Nevîn çêbû. Nevîn Solh bi mezinbûna xwe li Fransayê wek rojnamevaneke misirî xebitî.  

Dengdana hunera wê  
Di roja 30'ê gulanê 1935'an Leyla ji bo 'Centre Marcelin Berthelot' a li Parîsê baleyek pêşkêş kir û baleya wê rastî gelek ecibandinan hat. Piştre, Leyla 5 piyesteyên cuda yên di bin derhêneriya muzisyenê navdar Maurice Naggiar de leyst.

Prensesa kurd bi cil û bergên dikê re
Dîsa di 24'ê hezîranê heman salê de li 'La Grande Salle'ê, yek ji salonên herî bi nav û deng ên Parîsê, Leyla digel orkestraya di bin derhêneriya Maurice Naggiar de û bi alîkariya pianoya Iren Aitoff derket ser dikê. Êdî Leyla Bedirxan dilê hezkiriyên hunerê yên Parîsê feth kiribû. Jina kurd di çavên hunerhezên Parîsê de jineke eksotîk û bêhempa bû, lewra wê bi hunera xwe pir bala wan kişand - bala gelek rojnameyên mezin ên fransî jî pê re.

Nivîskarên gelek rojnameyan Leyla û hunera wê kirin sermijarên beşa hunerê: Le Figaro (bi nivîsa Georges Mussi), Echo de Paris (Carol Berardo), La Liberté (Pierre Wolf), La Semaine de Paris, Les Debats (Maurice Imberto), Guide Musical (J. Baurdy), Le Monde de Musical (L. Humbert) û çend nivîsên di rojnameyên din de.

Dengdana hunerî ya Leylayê ne tenê bi Fransayê bi sînor bû. Ew li Swîsrê, Elmanyayê, Îtalyayê, Spanyayê, Beljîkê û DYE'yê çûye ser dikê, bi hunerhezan re bûye yek û rastî gelek ecibandina wan hatiye. Êdî afîş û panqartên çalakiyan wê wek 'Şehzadeya kurd', 'Prensesa kurd' û 'Hunermenda baleyê ya kurd' didan nasîn. Bi vî havî Leyla, rastî înkarkirina hereketa kurd (a nê) hatibe jî, bi saya hunera xwe ji wan çêtir û firehtir peyva 'Kurd' ji raya giştî ya cîhanê re da nasîn.

Her çiqas di hunera xwe de serkeftî be jî, Leyla hertim ji çand û hunerên cîhanê re jî vekirî bû û hewl dida wan jî nas bike. Ji ber vê yekê, xwediyê agahiyeke fireh a çanda hunerê bû. Zanyariya wê ne tenê bi çand û hunera Ewropayê bi sînor bû; ew hew dida çanda hunera Hîndistan û Îranê jî zanibe. Bêguman, muzîka kurdî û govendên kurdî ji bo wê bingeheke girîng bûn, ji ber ku ew digel wan mezin bû û lewra hunera kurdî ji wê re weke zimanê dayikê bû. Ev zimanê dayikê bûbû çavkaniya çend baleyên wê yên wek 'Dîlan', 'Govenda kurdî', 'Dansa durzî' û 'Mar'.  

Hunera Leyla û hereketa kurd
Leyla Bedirxan di dema jiyana xwe de bi hunera xwe re her çiqas serkeftî û bi nav û deng bûbe jî, mixabin nekarîbû ji civaka kurd a wê demê re xwe bide qebûlkirin.

Leyla di cilên xwe yên sivîl de
Sedemên vê rastebîniya neyînî jî avahiya feodal a gelê kurd û bêgûman jinbûna Leyla bû: hunera wê ji aliyê rewşenbîrên kurd - ên ku bi pirranî ji mêran pêk dihatin - tune hate hesibandin, ji ber ku di eqlê wan de kurdbûn û doza kurd û Kurdistanê ji karê ku Leyla Bedirxan dikir cudatir bû.

Jina kurd Leyla piştî ku li Elmanya, Awistriya û Swîsreyê perwerdeya baleyê stend, ji sala 1925'an pê ve weke hunermendeke profesyonel a baleyê derdiket dikê. Ne tenê ji bo civaka kurd - ji bo hemû rojhilata navîn jî bû mînakek ewil û bêhempa: Ew bi karê xwe yê hunerî û nûjên hemû hebûnên kevneşopî xiste şoqê. Ji bo der û dorên hunera cîhanî Leyla Bedirxan her çiqas bûyereke balkêş be jî, keda wê ji aliyê civata kurd ve (meriv kare bibêje) dihat înkarkirin û navê wê tune dihat hesibandin.
 
Bi gotinên wê

Rojnameya Paris Midi di roja 19'e berfanbarê 1932'an de hevpeyvînek bi Leylayê re kir. Di vê hevpeyvînê de prensesa kurd xwe wiha dida nasîn:
Ez ne faris im... ez kurd im. Bapîrê min prensê welîahtê yê Kurdistana ku di nava Persiya, Tirkiye û Sûriyê de ye bû. Lê bi îsgala tirkî, prensên me yên serbixwe yên di nava malbata me de belaw bûn. Ez li Tirkiyê, Stembolê, jidayikbûm. Dema ez pir bicûk bûm, ez û dayika xwe me ber bi Misirê koç kir û min li wir zarokatiya xwe derbas kir. Piştî şer (yekemîn şerê cîhanî), ez ji bo xwendina li Swîsreyê hatim Ewropayê.
----Leyla Bedirkhan, hevpeyvîna digel Paris Midi, 16'ê berfanbarê 1932
Di heman hevpeyvînê de Leyla Bedirxan qala dansê û hunera xwe dike:
Min hertim ji dansê/bazdayînê hezdikir. Li Misirê, dema ez zarok bûm, ez bi tevahî bi dozînê hinî wê bûm, bi temasekirina jinên wê demê. Ez dansên xwe fêr nakim. Ez bi bikaranîna mijarên populer ên stîlîstîk û bi dozîna xwe dans dikim. Ez dansan avadikim jî... fermo, wekî hûn dibînin, cavkaniyên dansên min ne spesîfîk in. Gava ez dans dikim, ez pîjaqên xwe pir bikarnînim. A rast, ez bi pirranî pî û bedena xwe bi kar tînim
----Leyla Bedirkhan, hevpeyvîna digel 16'ê berfanbarê Paris Midi, 1932

Mirina prensesa kurd
Prensesa kurd Leyla Bedirxan di sala 1986'an de li paytexta Fransayê Parîsê çavên xwe ji jiyanê re qurş kir.
 
Mîrasa wê
Jiyana xwe ji dest da be jî, bi nav û hunera xwe re di cîhanê de dengda û wek yekemîn hunermenda baleyê ya kurd kete dîrokê. Wê ji gelê kurd re mîraseke giran û bedew a hunerî li pey xwe hîşt.

Comments