KC Rebell (Wîkiya kurdî)

KC Rebell (z. 26'ê rêbendanê 1988 li Essenê wek Hüseyin Köksecen) raperekî alman ê bi eslê xwe yê kurd e.

Kurtejiyan
Qapaxa yekemîn albuma KC Rebell 'Rebellismus'
Di destpêka sala 2006'an de KC Rebell û PA Sports komeke hevpar ê bi navê "SAW" (Schwarz auf Weiss, tê wateya "Reş û Spî") damezirand. Ew di sala 2007'an de de digel Snaga & Pillath li gelek deverên Elmanyayê tûr kirin. Di meha gulanê ya 2008'an de KC Rebell û PA Sports bi rêya şîrketa Shrazy Records albûma xwe ya bi navê Kinder des Zorns (Zarokên Eciziyê) weşandin. Hevkariya di nava SAW û şîrketa Shrazy Records weke hat hevî kirin nemeşiya, lewra SAW piştî 5 mehan ji şîrketê veqetiya.

Di dawiya 2009'an de KC Rebell û PA Sports digel Manuelsen vîdeoklîpa Grausam (Bê wijdan) weşandin. Di wê demê de hê di bin şîrketa Pottweiler Entertainment de xebatên xwe yê muzîkî dimeşand, heya ku biryar da êdî kariyera xwe bi tenê berdewam bike û di nîsana sala 2011'an de derbasî şîrketa PS Sports a bi navê Life is Pain bû. Di 27'ê gulanê 2011'an de albûma wî ya ewil a bi navê Derdo Derdo hat weşandin Weşandina vîdeoklîba xwe ya bi navê Kurdistan bû sedema gelek gengeşiyan û bala guhdarvanên xwe kişande ser rewşa kurdên li Tirkiyeyê. Tê gotin ku di sala 2005'an de KC Rebell û futbolvanê kurd ê ekîba netewî ya Elmanyayê Mesut Özil di heman ekîbê de dilîstin.

Muzîka KC Rebell
KC Rebell bi saya şîrketa Independent a nas a elman 'Aggro Berlin' berhemên xwe yên rapê pêşkêsî guhdarvanên elman ên ciwan kir û hê jî ji Aggro Berlin re dixebite. Stîla KC Rebell gelek dişibe şêwaza Gangsta-Rap a amerîkî. Di strana xwe ya 'Sieh es endlich ein' (Êdî têbigihêje) de KC Rebell behsa veqetînê dike û di gotinên stranê de ernoktiya xwe bi kurdbûna xwe girêdide:
"...hattest recht als du gesagt hast ich bin stur,
und ich bleibe auch jetzt bei meinem Wort stur, ich bin Kurde"...
----------------------------------------
'Heq didim te dema te digot ez eksok im,
û ez neha jî dev ji gotinên xwe bernadim, ez kurd im'.
Ji strana KC Rebell - Sieh es endlich ein

Comments