Chepo Gewez - derhênerekî kurd

Chepo Gewez (z. 1973 li Gimgimê) lîstikvan, nivîskarên senaryoyan û derhênerê kurdo-elman e. Gewez, gava ku hê li welat dijî, li Meletî psîkolojiyê qedand û pistî ku kocî Elmanyayê kir li FU Berlînê fîlozofî, edebiyata elman a nûtir û zanistên fîm û tiyatroyê xwend. Wî cend senaryo ji bo kurtefîlm û fîlmên dirêj nivisî. Pistî xwendina li zaningehê Gewez dest bi kisandina fîlmên senaryoyên xwe kir.

Derhênerê kurd Chepo Gewez

Xebatên Chepo Gewez
Yekemîn fîlma xwe ya bi navê Cerx di sala 2011'an de derket û tê de lîstikvanên ciwan ên mîna Rindo Sur, Lena Nowak, Maria Ro, Apo Dündar û Chepo Gewez cih digrin. Fîlm tevlî 6'mîn Mihrîcana Fîlmên kurdî ya li Berlînê bû û wek yekemîn fîlma tirsê ya kurdî tê hesibandin. Fîlm behsa tolhildana keceke kurd a ji mêrên ku bûne sedema mirina wê dike. Herwiha, fîlm rola klasîk a civatî jin û mêran rexne dike.
Yekemîn kurtefîlma Gewez a bi navê Goh (Guh), di sala 2012'an de di carcoveya 1'mîn Mihrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guneyî hate pêskêskirin.

Gav (In Zeiten des Wandels/Di demên guhertinê de) dûwemîn fîlma dirêj a Chepo Gewez e û di sala 2012'an de derket ser ekranên spî. Gewez him senaryoya fîlmê nivîsî him jî ji fîlmê re derhêneriyê kir. Di rolên sereke de Orhan Müstak, Melanie Metzger, Malgorzata Wachecka, Brûsk Cûdî, Ramo Gündogdu, Sonja Engler û cend lîstikvanên din cih digrin. Fîlm hê di xebatên amadekariyê de ye û wê di havîna 2013'an pêskêsî temasevanan bibe.

Armanca herî mezin a Chepo Gewez ev e ku jenreya fîlmên tirsê, yên krîmînal, science-fiction û hwd. ji sînemaya kurdî re qezenc bike.

Vîdeoklîpek ji kameraya Chepo Gewez (Burhan Berken - Ferzê)

Fîlmografî
  • 2009 Goh (Das Ohr)
  • 2010 Cherx(Das Rad)
  • 2012 Gav (In Zeiten des Wandels/Di demên guhertinê de)

Comments