Bêrecûg (Birecik)

Bêrecûg (bi suryanî Birtha ("kelhe"), bi tirkî Birecik, bi erebî al-Bīrā البيرا û bi navê xwe yê herî kevn (bi yewnanî) Makedonopolîs), navçeyeke Rihayê ye û nêzika sînora Sûriyê ye.

Erdnigarî
Mozaîka Acheloos ji bajarê antîk 'Zeugma'
Bêrecûg li kênara behra Ferêt radiweste û li ser rêya Dîlok û Rihayê ye. Bêrecûg xwediyê bendavekê ye jî. Navê wê Bendava Bêrecûgê ye. Ev bendav bajarê antîk ê bi navê Zeugma (Belkis) daqultand.Gelek mozaîk hatin xelaskirin, lê piştî avakirina bendava Bêrecûgê bajar bi timî kete bin avên bendavê.

Taybetmendiyeke Bêrecûgê ev e ku bajar weke axa kêlhenekan tê nasîn. Di hemî dunê de kelhênek bi tenê li vir û li Sûriyê jiyaneke xwezayî/wehşî derbas dikin. Tê gotin ku kelhênek berê ji aliyê gel ve weke çûkeke pîroz dihat qebûlkirin û lewmane jî dihat parastin. Lê belê ji sedsala 20an ve heta îro kelhênek bi tunebûnê re rû bi rû maye.

Dîrok
Qada navendî ya bajarê Bêrecûgê
Kela bajêr ku weke 'Kela Spî' (bi erebî: Qal'at ul-Baydha, bi tirkî: Beyaz Kale) tê bi nav kirin û li rojhilata ava Ferêt li ser qotekê hatiye damezirandin ji aliyê kê ve hatiye avakirin naye zanîn. Piştî romayiyên ku ji sala 30 B. Z. heta 395 P. Z. li Birthayê hikm kirin, xaçperestan ev der ji sala 1098'an heta 1150'an xistin bin bandora xwe û li pey wan memlûkan ji 1277 heta 1484 li vir xwe bi cih kirin. Kela ku li herêmê weke keleke nayê fethkirin dihat nasîn çend caran ji ber erdhejê xesar dît. Li gorî çavkaniyeke dîrokî kel di sedsala 13'mîn de cara ewil li ser daxwaza az-Zahîr Ghazî, hikmdarê Helebê, hate restorekirin.Bêrecûk bi mîrasa xwe ya zelal a mîmarî  endamê rêxistina norwêcî ya bi navê European Association of Historic Towns (EAHTR) e.

Gelhenasî
Di sala 2005an de hejmara Bêrecûg 46.238 bû. Bi piranî kurd tê de dijîn û gel bi piranî misilman in, lê heta destpêka Şerê Cihanê yê yekem ji sedî 20 a hejmarê xiristiyan (ermenî) bûn. Heta sala 1980an de gelek kurdên êzîdî tê de dijiyan û Bêrecûg weke navendeke êzîdên bakûr dihat nasîn.


Welatê kêlhenekan
Heta demeke dirêj li Bêrecûkê populasyona herî dawî ya xwezayî ya kêlhenekan (Geronticus eremita) hebû. Ew bajar hê jî weke welatê kelhênekan tê nasîn. Mixabin jmara vê çûkê li ber tehlûkeya tunebûnê ye. Hêjayî gotinê ye ku di sala 2002'an de populasyoneke din a xwezayî li Sûriye hate dîtin. Îro neslê kelhênekê di bin parastinê de ye û ji bo ku jimara wan zêdetir bibe, li Bêrecûke navendeke hilberîn û mezinkirina kelhênekan hate damezirandin. Ev navend li dinyayê bêhempa ye.


Ev çûk di pirtûka pîroz a xirîstiyanan de wek çûkeke pîroz derbas dibe. Li gorî vê yekê, kelhênekekê piştî dawiya selava mezin ji keştiya pêxember Nuh re rê nîşan daye û wan ji çiyayê Araratê aniye ber kenarên çemê Feratê, li şûna ku pêxember Nuh bi malbata xwe re xwe bi cih kiriye. Lewra xirîstiyanên Birthayê kelhênekê weke ajaleke pîroz didîtin, ew diparastin û her sal carekê ew bi mihrîcanên bi coş pîroz dikirin.
 
Bendava Bêrecûkê
Bendava Bêrecûkê ku perçeyeke projeya GAP'ê ye ji bajêr 9 km dûr e û di sala 1999'an de, gava lêkirina bendavê hatibû qedandin, bi bilindbûna ava çemê Ferêt bajarê kevnar ê romayî Zeugma daqultand. Çend mozaîkên ku hatin xelaskirin li Bêrecûkê, lê yên herî bi nav û deng jî li Dîlokê di Muzeya Mozaîkên Zeugmayê de peyda ne, wek mozaîka xwedayê çemê Acheloos.
Bendava Bêrecûgê

Comments