Xeyalek rast dibe: Kafro

Dîmeneke gelemper li ser taxeke nu yê gundê Kafro Tahteyto
Kesên ku di jiyana xwe de rojekê ji welatê xwe, ji gundê xwe dûr ketine birîna xurbetîyê pir baş dizanin. Jiyana xerîbiyê dijwar e û mirov bêrîya welatê xwe dike. Lewma hêviya dîtina welêt ji dilên penaber re dibe derman.

Lê heger war û gundê meriv bi tunebûnê re rûbirû bimîne, wê meriv çi bike? Ev tirs û talûke ne tenê li cem Kurdan, li cem Suryanîyan/Aramîyan jî heye mixabin. Mîna Kurdan, gelek gundên wan jî hatine betal kirin û şewitandin. Û mîna Kurdan, gelek zext û zordari bi çand û zimanê wan ketiye.

Hêviyeke nu: vegera welat

Aramiyên ku surguna xerîbiyê bûne, qasî civata me girêdayê welatê xwe ne. Her du civat dibin şahîda vendabûna çand û dîrokeke bedew. Ev wendabûn çiqas pêşketibe jî, di nava herdu gelan de hêviyeke nu ji dayik bûye: gelek malbat vedigerin welat û gundên xwe – û dixwazin warê xwe bi hemî taybetmendiyên wî ji nû ve avabikin. Ji bo destpêkirina jiyaneke nû amade ne û dixwazin ew gundên ku bi dehan salan hatibûn tenê hîştin ji nû ve bixemlînin.


Gundê Kafro

Yek ji ew gundên xelaskirî gundê Kafro/Elbegendi (gundeke Aramî) ye.

Di sala 1900an de gundê Kafro ku nêzî Midyad a Mêrdînê ye xwedîyê nifûseka mezin bû: Nêzika 30 malbat di wê demê de li Kafroyê dijîyan. Mixabin ew rewş piştî bûyerên komkujiyê bi carekê ve hat guhertin û her ku çû xerawtir bû, ewqas ku Kafro ji sala 1980an pê ve bi timî betal ma: Ji ber şera ku di nava leşkerên Tirk û yên PKK qewimîn, gelek Kurd û Aramî ji warê xwe hatine koçkirin û koçberiya Ewropa kirine. Di vê demê de hemî nifûsa Kafroyê li Ewropa belaw bûye.
  
Kafro Tahteyto: gundê kevin

Rewşa Kafro nehatîye guhertin û gund bi dehan salan talan maye. Heta ku li xurbetiyê weqfek li ser navê gund tê damezrandin...


Kafro ji nu ve tê jiyandin

Di sala 2003an de komeke malbatên Kafroyî, ku bi piranî li Elmanya û Swîsre dijîn, têne cem hev û projeyeke mezin lidar dixin: ew malbat dixwezin vegera welêt bikin û gundê xwe yê hêja – yê ku 30 sal bêkes mabû – ji nu ve zindî bikin. Li Ewrûpa weqfek bi navê „Projeya Kafro“ tê damezrandin. Hemî malbatên Kafroyî tê de hevkarî dikin û planên mezin tînin ser piyan: Bi alîkariya gundî, dost û hevalan planeke nû ji bo jiyandina gundê Kafro tê çêkirin.

Bi projeyên taybet mal, rê û dibistan ji nu ve tên înşaakirin û bingehê gund bi şebekeyên ceyran û yên avê têne temam kirin. Hêdî hêdî li hemberî gundê kevn malên nu yên li gor heremê ne tên lêkirin.

Bi prosedûreke dijwar dêra kevn tê restore kirin û malek ji bo perwerdehiya ziman û ola Aramî tê amadekirin. Da ku gund kesk xuya bike, li Ewropa şev tên lidarxistin û bi mîqdara ku di van şevan de tê komkirin şitlên daran li gund têne çandin. Xebatên înşaakirina gundê nû ewqas pêşdikevin ku di sala 2006an de gundê Kafro temam dibe û bi awayeke fermî tê vekirin. 12 malbatên Kafroyî ji xerîbiyê vedigerin gundê xwe û ji wê rojê pê ve li Kafro jiyana xwe berdewam dikin.

Pîrozbahiya ji nu ve damezirandina gundê Kafro


Êdî ne tenê ye Kafro. Ev gund ji nu ve ji dayik bûye…

Paşeroja Kafro û Kafroyiyan çiqas xemgîn be jî, pêşeroja gel û gund ewqas ronî ye. Ev serkeftina Kafroyiyan ji meriv re re nîşan dide ku xewn û xeyal karin rast bibin. Bese ku bila mirov qet ji hêviya xwe dest bernede.

Comments

  1. http://www.huyodo.com/index.php?type=review&area=1&p=articles&id=7695

    ReplyDelete
  2. wow, super! verstehe zwar leider nichts, aber gefällt mir sehr! kompliment ferhat.

    ReplyDelete

Post a Comment