Gelê sefardî (gotarek ji bo Wîkiya kurdî)

Dîmeneke rîtuela Havdalah ji Spanyayê, sedsala 14'an
Sefardî (bi îbranî: ספרדים, Sfaradim) ev cihûyên ku di salên 1492an û 1531an de ji welatên Spanya û Portûgalê (berê Andalusya) hatin qewitandin. Yên ku mecbûr man ji van welatan derkevin xwe li Împeratoriya Osmanî û li bakur-rojavayê Afrîkayê (Mexrib) bi cih kirin. Jimareke biçûk koçberiya Ewrûpaya bakur (bi taybetî Holand û Elmanyayê bakur), Amerîka, Hindistan û Afrîka kirin. Canda sefardiyan (wek muzîk) hê jî nêzika ya îberî ye û ji zimanê wan re Ladino (spanyoliya digel elementên îbranî) tê gotin.

Nav
Navê sefardî ji navê herêma Sefarad (ספרד) ku di pirtûka Obadya de nivîsiye, tê. Tê gotin ku di wê dem û dewranê de deh eşîrên Qraliyeta Bakur li vê herêmê de jiyane. Di Çaxa navîn de ev nav gihîste girava Îberî û êdî ji boy cihûyên wê herêmê dihat bikaranîn.


Dîrok
Li ser Girava Îberî ji 1êmîn sedsala berî jidayikbûna Îsa cihû hebûn. Di sala 1391 komkujiyek li ser navê Ferrand Martinez hemberî cihuyên Sevîlyayê hate meşandin. Piştî dema Reconquista yê Îspanyayê bi destûra qralê Ferdinand II û Isabella I (her du qralên katolîk) di roja 31ê Adara 1492an de peyketina yekê li hemberî cihûyan hat meşandin. Cihû mecbûr man yan biçin xerîbiyê yanjî bibin xrîstiyan. Piştî ev qewitandinê gelek cihû xwe li Afrîkayê bakur (li Mexribê) xwe bi cih kirin, bi taybetî li bajarên Marokê Fès û Kasablanka. Herwiha, jimareke din jî koçberiya Yewnanistanê (Trakya û Makedonya) kir. Lewra heta sala 1944an jimara cihûyan li Tesalonîkî gelek bilind bû. Wekî din, bajarên Stenbolê, Kudusê, Safedê, Kaîroyê, Anconayê, und Venedigê wek navendên koçberên cihuyan dihatin nasîn.

Straneke ladino, bi zimanê sefardiyan ji Mor Karbasi - La galana i la mar

Piştî avakirina engizîyonê li Portûgal û Spanyayê di sala 1531an de peyketina duyem a hemberî cihûdan hat destpêkirin. Gelek cihû mecbûr man koç bikin. Dîsa gelek cihû koçberiya bajarên Fès, Casablanca kirin. Ji van bajaran pêtir cihû xwe li Bayonne, Bordeaux, Livorno, Amsterdam, Hamburg û London xwe bi cih kirin. Lê ew cihuyan êdî ne zimanê xwe yê ladîno, lê yên portûgalî û spanyolî diaxiviyan.
Koçberiya mezin a dawî bi komkujiya cihûyên ewropeyî (Holocaust), ku ji aliyê nazîstan ve dihat mesandin, dest pê kir. Gelek cihû mecbûr man di Duyemîn Şerê Cihanê de koçberiya Marok yan jî Ewropaya bakur bikin.
 
Li Marokê gelek merivên bi paşnavên wek Ben-Chekrûn yan jî Ben-Calûn dijîn. Ew misilman bin jî, torinên sefardiyan in.

Comments