Eren Derdiyok (ji bo Wîkiya kurdî)

Eren Derdiyok (z. 12'ê pûşpera 1988'an li Basel, Swîsre) lîstikvanê futbolê yê swîsrî ye û bi eslê kurd e.

Kurtejiyan
Eren Derdiyok bi kincê tîma neteweyî ya Swîsrê
Eren Derdiyok di sala 1988'an de wek zarokê penaberên kurd li bajarê Baselê, ji dayîk bû. Dê û bavên wî kurdên elewî ne û wek xebatkar koçî Basel (Swîsre) kiribûn. Bajarê Baselê bi nasnameya xwe ya pirrçandî nas e û xwediyê jimara herî mezin a kurdên Swîsreyê ye.

  
Kariyer
Eren ji zarokatiya xwe pê ve dest bi futbolê kir û tevlî Old Boys a Baselê bû. Di sala 2005'an de klûba wî li dijî FC Baselê lîst û Eren di vê maçê de golek avêt. Di sala 2006'an de ew derbasî klûba FC Basel bû û ji wê rojê pê ve di nava Superlîga Swîsrî ji bo vê klûbê dilîze.[Di 6'ê nîsana 2008'an de FC Baselê, Swisscom Cup qezenc kir û evya yekemîn kûpa Derdiyok bû. Wî di lîstika fînalê de heya dawiyê lîst û di deqeya 31. de gola yekem tomar kir. Ji bo sezona 2009/03 Derdiyok derbasî Bayer 04 Leverkusenê (Bundesliga) bû û di lîstika xwe ya ewil de golek avêt.

Derdiyok ketibû şûna Theofanis Gekas, yê ku ji ber birîneke giran ji bo demeke dirêj nikarîbû bilîsta. Bi performansa Derdiyok ya baş  Leverkusen di şampiyontiya havînî de serketinên erênî bidest xist. Ev yek bû sedema mayîna Eren û ew êdî bû lîstikvanekî girîng ê klûbê. Lê di dawiya sezonê de Bayer dorên Lîga Şampiyontiyê revand.

Di sala xwe ya duwem de Derdiyok demeke dirêj di nava yanzde lîstikvanên yekem de lîst û klûb di şampiyontiya sezona 2011/2012'an de bû duwem. Di 20'ê gulana 2012'an de 1899 Hoffenheim eşkere kir ku Derdiyok ji klûba Kraichgauern re îmzeya xwe daye ku ewê heta 30'ê pûşpera 2016'an ji bo wan bilîze.

Di tîmên neteweyî de
Di 24'ê kanûna 2008'an de Derdiyok cara ewil ji bo tîma A ya neteweyî ya swîsrî di stada Wembley ya Îngilistanê de lîst û yekemîn gola xwe avêt. Tîma wî di dawiya maçê de bi encama 1:2 têk çûbê jî, Derdiyok di deqeya 57. de gol avêtibû û maç anîbû asta beramberiyê. Di şampiyontiya Ewropî ya 2008'an de Derdiyok ji bo tîma Swîsreyê tevlî sê maçan bû û ji wan re çend golên girîng avêtin.

Gola Eren Derdiyok weke 'Gola Salê' hate hilbijartin (sal 2011)


Golên navneteweyî

Di 26'ê gulana 2012'an de Eren Derdiyok bi tîma neteweyî ya Swîsreyê li dijî tîma Almanyayê hat-tricka xwe ya yekem a navneteweyî pêk anî. Ev maça dostaniyê 5-3 bi serkeftina Swîsreyê bi encam bû.

Comments