Emel Mathlouthi (gotarek ji bo Wîkiya kurdî)

Emel Mathlouthi yan jî Emal Meslûsî (bi erebî:آمال المثلوثي, Amal al-Mathluthi) stranbêj û bestekareka tûnîsî ye. Di çarçoveya bihara erebî de bi stranên xwe yên wek Ya Tounes Ya Meskina (Ey Tunîsa feqîr) û Kelmti Horra (Peyvên min azad in) bû dengê şoreşê li Tûnîs û Misirê.

Emel Mathlouthi (wêneyek ji aliyê
Tunisie Hébergement ve)
Kurtejiyan
Hê gava xwendekar bû dest bi nivîsandina stranan kir. Di sala 2006'an de tevlî yekemîn bernameya berebaziya muzîkê ya erebî bû û rêza sêyemîn bi dest xist.Di çarçoveya şoreşa tûnîsî ya nava 2010-2011'an de ew li Tûnîsê bû û bi rêya konserdayînê tevlî xwepêşandanan bû.Piştre wê ji Fransayê ve piştgirî da şoreşê û gelek kilamên berxwedan û azadiyê amade kir.

Di sala 2012'an de wê yekemîn albuma xwe ya studyoyê ya bi navê "Kelmti Horra" (peyvên min azad in) da weşandin.

Emel Mathlouthi bi şîrovekirina stranên bi zimanên din jî tê nasîn: Wê kilama spanyolî ya Nací en Alamo (Li Alamo ji dayik bûm) ji nu ve şîrove kir, wergerande erebî û weke stranek li ser Filistînê xwend (Nací en Palestina, Li Filistînê ji dayik bûm).


Di nava kurdan de Emel Mathlouthi bi şîrovekirina kilama Ehmedo bi nav û deng bû. Balkêş e ku dengê hunermendê pir li stranê tê û xwediyê xortbûn û kûrahiyeke bêhempa ye. Herwiha, bi vê stranê Emel Mathlouthi him bala guhdarvanên xwe kişande ser rewşa gelê kurd, him jî ya kurdan kişande ser xwe. Ji wê rojê pê ve ew tevlî çend mîhrîcanên kurdî bûye û rastî gelek ecibandina kurdan tê.

Emel Mathlouthi strana kurdî Ehmedo dibêje

Comments