Lykke Li (gotarek ji bo Wîkiya kurdî)

Lykke Li (z. 18'ê adarê 1986 li bajarê Ystad, Swêd), bi navê xwe yê fermî Lykke Li Timotej Zachrisson, stranbêjeke swêdî ya muzîka Inde ye.
Lykke Li li ser dikê

Jiyan
Lykke Li, li bajarê Ystadê weke keça du hunermendên bi navên Kärsi Stiege û Johan Zachrisson jidayikbû. Ji ber jiyana wan a alternatîf malbata wê pir li ser seyahatan bû. Wê bi 19 saliya xwe zû biryar da ku di warê hunerî de pir tecrûbe kom bike û lewra mala xwe barî New Yorkê kir.

Lykke Li biryar dayîna xwe ya ji bo muzîkê wiha tîne ziman: Ez fikirîm, ka kare moda an jî nîgarekarî be, heya ku min muzîkê weke rêya ziman anîna hunera xwe hilbijart. Yekemîn albuma wê ya bi navê 'Youth Novels' bi rêya şîrketa a wê 'LL Recordings' di destpêka sala 2008'an de li Swêd û Brîtanyaya Mezin hat weşandin. Ev album di çapemeniya swêdî de cihê xwe girt û di pûşpera heman salê de li hemû Ewropa hat belawkirin. Album ji aliyê Björn Yttling, endamê koma Peter Bjorn and John hat kişandin, Lasse Mårtén jî hevkariyê kir.

Stîla albumê kare di beşa Indy/Indipendent (muzîka beşa serbixwe) de bê bicihkirin. Di albumê de ji bilî enstrumanên elektronîk, piyano û gîtar çend enstrumanên oryantal ên wek perkusyon, tambourîn, kastanyet (castagnettes) û çoyên dengdar (claves) hatin bikaranîn. Dengê Li di beşên hêdîtir de dişibe dengê Stina Nordenstam. Duwemîn albuma wê ya bi navê Wonderful Rhymes (Qafiyeyên rewşedar) di sala 2011'an de hat weşandin. Versiyona 'Magician Remix' a strana I Follow Rivers (Ez çeman dişopînim' li piyasa muzîkê ya Belçîqayê cihê yekem girt. Li Elmanyayê ev stran ji ber bikaranîna bona wesanên zindî yê UEFA Champions League 2011/12 nas bû, kete nav Top 5 aiTunes-Charts û di tîrmeha 2012'an de gihîste cihê yekem.

Comments