Îsrael (gotarek ji bo Wîkiya kurdî)

Ala dewletê Îsraelê
Îsrael (bi îbranî: מדינת ישראל / i Medinat Jisra'el, bi erebî: دوﻟﺔ إﺳﺮاﺋﻴﻞ ) dewleteke rojhilata navîn a ber sînorên Libnan, Sûriye, Urdun, Urduna Rojava, Misir û Xeze ye. Rojavayê xwe digihêje Behra Spî. Ji hemû dewletên cîhanê de tenê li wir pirraniya gel ji gelê cihû pêk tê. Bi saya plana UNO ya 1947'an ji bo parkirina Fîlîstînê, piştî dawiya bervedariya neteweyên yekbûyî ya ji bo Fîlîstînê Îsrael di roja 14'ê gulanê 1948'an de weke komara parlamenter hate avakirin. Ev plana dewletên yekbûyî ya parkirina Fîlîstînê ji bo avakirina dewleteke îsraelî û erebî bûyereke sereke bû ji bo qewimandin û pêkhatina pirsgirêka rojhilata navîn, ya ku hê jî berdewam e. Hejmara şêniyên wê 7 milyon e. Welatê Îsraelê piştî Şerê Duyem ê Cihanê ku bû sedema kuştina 6 milyon cihûyan li Ewrûpayê hat damezrandin. Zimanên fermî yên Îsraelê Hebrayî-Cîhûkî (Îvrît) û Erebî ne. Li gorî rêxistina NGO ya bi navê Freedom House ew tek dewleta demokrasiyê ye li rojhilata navîn (li gorî rewşa sala 2009'an).

Herwiha, li Îsraelê hejmareke mezin Kurd jî dijîn, ku ji wan re Kurdên cihû tê gotin.

Nav
Kevintirîn çavkaniya ku peyva "Îsrael" bikartîne dîreka Merenptah a ji dema Misira kevnare ye û îro li Muzeya Misirî (Kahîre) tê parastin. Nivîsa li ser tê texmînkirin ku di sala 1211'an B. Z. hatiye çêkirin behsa şerekê dike li dijî geleke bi navê Îsrael. Li gorî etîmolojiya gelan a tewratê peyva "Îsrael" tê wateya "şervanên Xweda". Yakûb (patrîk) vê navê wergirt piştî ku li hemberî dijminekî nediyar biserket. Neslên piştî wî (12 eşîr) weke "zarokên Îsraelê", "Îsraelît" an bi kurtasî "Îsrael" hatin binavkirin. Wek gelek navên samî, ev nav jî ji fîîleke dema bihûrî û navekê pêk tê. Fîîl wek 'şerkirin', nav jî weke 'Xweda' kare bê bi nav kirin. Herwiha, ev pevy kare wek hevok bê fehmkirin jî û li gorî vê yekê tê du wateyan: Xweda hikm dike / Bila Xweda hikm bike Xweda (ji bo me) şer dike / Bila Xweda (ji bo me) şer bike Navê fermî yê welatê ji wir ve tê û weke "Medinat Israel" derbas dibe. Navên din ên alternatîf ên ku di dema damezirandina dewletê de dihatin giftûgokirin Eretz Israel (Welatê pîroz), Zion, Yûdea û Yûdeaya Nû bûn.

Erdnigarî
Îsrael weke li ser pireke erdnigarî ya di nava Asya û Efrîqa de, li ber ava rojavayê ya Behra Spî ye. Li gorî vê yekê ji aliyê erdnigariyê ve dikeve nava Asyaya pêşîn, lê ji aliyê jeolojîk ve beşeke Efrîqa ye, ji ber ku li ser lewheya qit'eyî ya efrîqî disekine. Li rojavayê, lewheya erebî peyda ye û sînora her dû lewheyan ji Wadiya Urdun pêk tê, ya ku beşeke qelişa mezin a vekirina efrîqî ye. Li bakûrê Îsraelê Libnan, li bakûr-rojhilata wê Sûriye, li rojhilata wê Urduna rojava û Urdun, li başûr-rojavayê wê Xezze û Misir û li başûrê wê behra sor hene.

Gelhe
Di dawiya sala 2011'an de jimara gelheya Îsraelê (teva herêmên îşqalkirî) 7'837'500 bû, ji wan nêzî 5'901'000 cihû (75%) û 1'611'100 jî ereb bûn

Li ser lîsteya welatên serbixwe li gorî jimara gelheyê Îsrael di sala 2011'an de raya 97'mîn digire (hema piştî Swîsreyê). Ji gelheyê nêzî 91% li herêmên bajarî, 25% jî li bajarên mezin ên welêt dijîn. Gelhe her sal 1% meztir dibe, nêzî 70% li herêmên derveyî bajaran jidayikbûne û 30% jî ji 14 saliyan biçûktir in. Bi guraniya gelheyê be, li ser her metrekareyekî 300 kes dijî.

Mirov hemwelatiyê bi rêya serlêxistinê an jî bi jidayikbûnê distîne. Bi saya yasaya vegerînê her cihû kare xwe li Îsraelê bicihbike û mafê hemwelatiyê bixwaze.

Orşelîm: paytexta sê olên cîhanê
Ol
Îsrael ji aliyê olî ve xwediyê taybetiyên bêhempa ye, ji ber ku weke navenda sê olên mezin ên cîhanê tê zanîn û lewra bona olên cihûtî, xirîstiyantî û misilmantî warekî pîroz e. Ji bilî vê yekê, Îsrael tek dewlet e ku ola pirraniya gelheyê cihû ye. Îsrael dewleteke cihû ye, lê ne dewleteke teokrasî; li wir olên din jî azad in.

Li gorî daxuyaniyên wezareta hindurî ya îsraelî heta 31'ê berfanbarê 2006'an ji 7.1 mîlyon nîştecîhanên Îsraelê 80.01% cihû ne, ji van dîsa 94.6% wek cihûyên bi bawer qeydkirî ne. Kesa/kesê ku bavê wê/bavê wî cihûyekî oldar e, bi xwe jî kare xwe wek cihûyeke oldar bi nav bike. Cihûyên oldar ên ku li Urduna rojava dijîn wek 'bê îman' tên hesibandin. Ji xeynî vê yekê, 0.5% cihûyên ku bûne xirîstiyan jî hene û ji wan 4.9% ji aliyê olê ve ne qeydkirî ne. Herwiha, 19.7% ê gelheyê ereb in ku ji wan 83% misilman, 8.5% erebên xirîstiyan û 8.3% drûs û yên din in (bûdîst, hîndu, samarîtan).

Li gorî qanûna vegerandinê kesên ku dayika wan cihû ye an jî derbasî ola cihûtî bûne weke cihû têne hesibandin û lewra karin xwe li Îsraelê bi cih bikin. Cihûyên bê bawerî û ateîst jî dikevin nava wan, lê jimara wan ne diyar e.

Comments