Xewrojka Aydin

Qeremezre xwedîye xewrojkekê/çîrokekê ye. Çavkaniya vê xewrojkê ji bûyereke rastî tê. Ev bûyer jî di salên 60iyan de qewimiye û bûye sedema wendabûyîna zarokeke bicûk yê bi navê Aydin.
Bi derbasbûyîna salan ev bûyer êdî ji neslên nu re tê gotin û dibe xewrojk.
Xewrojka Aydin:
AYDIN hîn 4-5 salî ye, hêdî hêdî fêra axaftin û meşînê dike. Kurê Yasînê Îsoyê Ebilê (Yasin Seker). Sal 1977. Dayka xwe ji gundê Hemqê ye û bûye bûka Qeremezrîyan (Hemq li başûrê Qeremezrê ye) .
Dayk rojek a buharê jibo serlêxistina malbata xwe vedigere Hemqê, lawkê xwe yê biçuk li mal dihêle lê ew bi dizî li ser şopê dayka xwe diçe u di rêya xwe de xwe şaş dike. Dayka wî tê mal lê lawkê wê heta danê êvare venagere malê. Heta şeva tarî hemî gund li wî digere, lê mixabin Aydin êdî naye dîtin…
Cend roj bi şunde şivan kincên Aydin yên qetî u tomarên porê wî dibînin.
Derdikeve holê ku Aydin bûye xwarinê heywanên wehşî...
Ev xewrojk ji zarokên gund re tê gotin, da ku zarok tu car bi tenê ji gund dernekevin

Comments