Wêneya azadiyê


Mehkûm bû bavê keçê.
Ji ber yek ji girantirîn cezayên siyasî ketibû zîndanê. Di her firsendê de keçê digel diya xwe her heftê serek li bavê xwe dixist.
Dîsa di wexta serlêxistinekê de wêneyek bi xwe re anî, ya ku wê ji bo bavê xwe boyax kiribû. Lê belê, li gorî quralên zindanê dayina her tiştê ku ji mehkuman re azadiyê bi bîr dixist qedexe bû.
Ji ber vê sedemê wêneya wê ya ku ji çûkan pêk dihat nehatibû qebûlkirin û lewra wêne li ber çavên wê hatibû qetandin.
Qîzik bi vê pir berketibû.
Çû vê mijarê behsa bavê xwe bike, wî jî qîza xwe hembêz kir û got; "Nelorîne keça min, tuyê ji nu ve boyax bikî; vê çaxê tuyê hinek dîqqat bikî, çê dibe?" Lewra qîzikê ji bo serlêxistineke din wêneyeke cûda boyax kir û bi xwe re anî.
Vê gavê qîzikê li şûna çûkan dareke bi bengên reşik boyax kiribû. Bavê wê bi kêfeke mezin li wêneyê temaşe kir û pirsî:
- 'Hmmm! Evya dareke çiqas xweşik e! Lê, ev bengên reşik yên li serê çi ne? Pirteqal in gelo?'
Qîzika biçûk xwe xar kir û ji bavê xwe re bi awayeke bêdengî wiha got:
-'Hişşş! Ev bengên reşik çavên çûkan in, yên ku xwe di nava pelgên darê de veşartine..."

Comments