Tablo: Sîlueta Dara Zaretê


Min demeke berî vê tabloyek amade kiribû û xwest ji we re parve bikim gelo ev tablo - ya ku ji sîlueta Dara Zaretê pêk tê - çawa hate amadekirin. Aha ji we re gav bi gav tabloya bi motîfa Sîlueta Dara Zaretê...
Wek tê zanîn Dara Zaretê ji çar darên pelûtê, yên ku nêzî hev disekinin, pêk tê û ji dûr ve wek dareke tenê tê xuyanê. Dîmena vî  'darí', ji ber ku li ser qoteke hatiye çandin, ji her aliyê re xwe dide níşan. Ne bes e bi dehan gundên Xelfetiyê ji vê qotê xwe tînin ber çavan. Bi taybetî di tariya şevê de. Û balkêş e ku mirov ew darên li ser qotê kare ji gundên li der û dorê bi çavên tazî bibîne. Çavên gundên Eyntabe bile (wek gundê Koseler) li Dara Zaretê ne. Lewman e ev qota xwediyê çar daran bûye sembola Xelfetiya Nu...


Ji ber giringiyên xwe yên civakî û xwezayî, min xwest xebateke hunerî derheqê van daran pêk bînim. Min xwest tabloyek çê bikim, yê ku ji sîlueta Dara Zaretê pêk tê. Ji ber ku hemû gundên li der û dorê - tevli gundên Eyntabê - nizanibin çend dar bin jî, Dara Zaretê bi vê dîmenê, bi vê sîluetê nas dikine.
Tabloyeke bi sîlueta Dara Zaretê çawa tê boyax kirin?
Ji bo tabloya me aletên pêwîst ev e: Wêneyeke motîfa hilbijartî, bant, xeteke spî, qelem, meqes, firçeya boyaxkirine, boyaxa reş û tabloyeke vala.
  1. Wêneyeke motîfa hilbijartî pêwîst e, bo ku karibe wek şablon were bikaranîn. Motîfa me, wêneya Dara Zaretê ye.
  2. Meriv xeteke zirav û spî datîne ser wêneyê. Xet û wêneyê bi rêya bantekê li hev biqemitînin û bînin ber pencerekê, sewa ku sîlueta motîfê ji bin ve xuya bibe.
  3. Neha jî, bi qelemekê der û dora motîfê (sîlueta motîfê) bişopînin. Bi vî rengî sîluetê bînin ser xeta spî.
  4. Sîlueta li ser xeta spî bi meqesekê bibirin û deynin ser tabloya vala. Neha vê sîluetê yek bi yek li ser tabloya vala qopye bikin.
  5.  Mezinahiya sîluetê li gorî daxwaza xwe meztir bikin.
  6. Heger mezinahiya sîluetê li gorî dilê we bû, vê gavê firçeya boyaxkirinê bixin destê xwe û bi boyaxa reş hundirê sîluetê boyax bikin. Hûn dikarin bo boyaxkirina sîluetê rengeke din jî bikarbînin.
  7. Tabloyê sewa hişkbûna rengê 3 saet bihêlin. Wextê tablo hişk bû, bi dîwara xaniyê xwe bixin.

Comments