Qesîl - xewrojka zozanekê


Ji neslên piştî sala 1999an bêtir, hemû gelê vî gundî Qesîl dîtiye û baş nas dike. Gelek bîranînên wan ên pîroz li Qesîl veşartî ne. Mixabin bi lêkirina bajarê 'Xelfetiya Nu' ev warê pîroz, ev bihuşta xwezayî êdî bû bihuşta kelmeşan...
Qesîl yek ji derên xwezayî yên herêmê ye. Yek ji cihên ku gelê Qeremezre wek cihê pîknîkê û şênayiyê bikardianîbû ye. Iro ev der ji aliyê gel ve hatibe ji bîr kirin jî, Qesîl hîn jî peyda ye.
Û wek kanalîzasyona qaçax a bajarê nu tê bikaranîn.

Navê Qesîl ka ji ku derê tê û ka tê çi manê mixabin naye zanîn.


Lê wer xuya dike ku Qesîl ji berê ve (kî dizane çend sed sal, çend hezar sal berê) wek cihekî mayîne hatiye bikaranîn.



Qesîl navê zinar û zozaneke di nava du qotan e.



Berê di rojên biharê de Qesîl bi keskawî û kulîlkên rengdar xwe dixemiland. Ji ber vê yeke malbatên Qeremezrî her sal diçûbûn ser zozana Qesîlê.


Keç û xortên gund di bin siya zinar de çikofte digoşandin, zarok jî li ser zozanê bi hev re lîstokên mîna futbol û çavqurşnekê dilîstin.


Yek ji taybetiyên balkêş ên Qesîle zinarek bu, ya ku li hêla bakûr disekiniya û zozana Qesîle di bin siya xwe de diparast. Di hundirê vî zinarî de gelek qulik û şikeftên cùrbicûr hebûn.


Şikefta herî nas a zinarê mîna xuşxuşonekeke kevirî bû: ji jor ve destpê dikir, ji hundira zinêr ve ber bi jêr diçû û digihişte heta zozana Qesîlê.


Yanî meriv ji jor ve dixuşiya jêr - bo ku hêsantir bigihêje jêr!


Meriv ferq dikir ku ev şikeft u xuşxuşoka di hundirê zinêr de bi destê mirovan hatine şekilkirin...


Bêguman, ji neslên piştî sala 1999an bêtir, hemû gelê vî gundî Qesîl dîtiye û baş nas dike. Gelek bîranînên wan ên veşartî li Qesîlê hene.


Û wer tê xuyan e ku bi "wendabûyîna" Qesîlê ev bîranîn jî ketine bin erdê.


Ji ber ku di sala 1999an de, bendava Bêrecûgê hat lekirin, bajarê Xelfetî kete bin avê û Xelfetiya Nu li hemberi gundê Qeremezre hat lêkirin. Li nêzî cihê ku bi navê Qesil tê nasîn...


Piştî sala 1999an Xelfetiya Nu her ku çû meztir bû. Û Qesil jî edî ketibû nava kembera bajêr.


Qesîl bi timî wenda nebû, na. Ji dûr ve hîn jî te xuyan e. Lê, ya xemgîn ev e ku Qesîl, bi zinar û zozana xwe, bi xweza û dîroka xwe....

...û bi hemî bîraninên ku li cem xwe vedişêre êdi wek kanalîzasyoneke qeçax tê bikaranîn.

Li cihê ku bîranînên gelek neslan verşartî ne, neha avên qirêj ên malên bajarê nu derbas dibin.


Avên qirêj ên kanalîzasyonê, him wareke pîroz yê civatekî xeraw dikin: him jî bi behn û celba xwe ye genî ji xweza, derdor û merivan re tehluqeyeke ciddî peyda dikin.


Bihuşteke xwezayî bûye bihuşteke kelmêşan...


Bila li hemberî ev rewşa xeraw tiştek bê kirin!


Divê ciheke dîrokî, ciheke xwezayî; ciheke pîroz bê xelaskirin û parastin..!

Ji bo qelaskirina Qesîl hîn ne dereng e...
Ji ber ku: avên qirêj ji malên bajêr bi xortimekê digihêjin Qesîl - û av bi awayeke qaçax li wir tê talkirin.
Qesîl ne kanalîzasyon e.
Divê avên qirêj ên bajêr azad-azad neherikin Qesîlê.
Heger gel şiyar be û daxwaza xwe bîne ziman, ev rewş kare bê guhertin.

Comments