Nêriyê Qotelan (kurteçîrok)

Wêne: Sharvan Kurdki

Gava bi dayika xwe re xeber didim, ew car caran bi gotinên pêşiyan giranî dide gotinên xwe. Ji ber vê, ew 1-2 sal in min hewl daye wateya pirraniya van gotinan jê bipirsim û bingeh û koka wan gotinan hîn bibim. 

Nizanim çima, lê ew 1-2 sal in gotinên wiha yên dayika min pir bala min dikişînin: qey ji çi re ku (ji ber ku) ew gotin bi zimaneke cûda hatine afirandin. Ev cûdahî ya ku ez qalê dikim, ji min re masûm û pak xuya dike: di van gotinan de zelaliyek veşartî heye, wek em bêjin ku her gotineke wiha xwediyê felsefeyekê ye - ango her gotina pêşiyan bi xwe perçeyeke felsefîk a bîranîna/xafizaya civata kurd e. Bêyî ku em hay jê hebin, ji me re behsa kesayetiya civat û cîhana kurd dikin, bi hemû xweza-girêdayî û mirov-nasiya xwe.

Çend caran min axaftina dayika xwe birrî, sewa ku ji min re qala ew gotinên pêşiyan bike. Di destpêkê de diya min bi vê dieciziya, bi haviyeke qeşmerkî digot 'De kurê min, tu jî pir meraqlî yî ha'. Neha gava ew gotineke pêşiyan bi kar tîne, êdî bi dil - û bêyî ku ez gotina wê bibirrim - behsa kok û wateya wan dike.

Pir caran gotinên pêşiyên ku ew bi kar tîne girêdayî çîrokeke biçûk in, û gava ez guhdariya wê dikim, kêfa zarokên biçûk dikeve hundirê min.

Îro min careke din vê kêfxweşiyê di hundirê xwe de hîs kir. Me ji xwîşka xwe ya mezin re dolabeke nu kirîbû, û min û birayê min me jê re wê dolabe bi hev xist. Birayê min bi saliya xwe ji min biçûktir be jî, ji aliyê fîzîkiyê ve ji min meztir û xorttir xuya dike. Kêfa diya min gelek bi jêhatiya wî hat, ji ber ku birayê min ê biçûk ji min pirtir û lezgîntir xebitî. Diya min kêfxweşiya xwe bi peyveke balkêş anî ziman:

"Tu mîna nêriyê Qotelan î ha, kurê min!"

Birayê min pir bal neda gotinê wê...lê ev peyv ji min re wek gotineke pêşiyan hat xuya! Min jê pirsî, ka ev tê çi wateyê û ka çitonî (çawa) pêk hatiye. Diya min, mîna ku çîrokekê bibêje, dest bi şorê (axaftinê) kir:

"Nêriyê Qotelan bizinê nêr ê mezin e. Ji xwe razî ye. Bi rev û bangeke serbilind dikeve nav dewêr. Sepetê xwe yê xort û fireh e, lingê xwe jî qalind û sist in. Gava diçêre jî, tenê giha û kulîlkên herî zelal û teze hildijêre û dixwe. Tehma devê xwe dizane û bi ew taybetiyên xwe pir bala mirov dikişîne... Mirov wî ji ber van sedeman qenc dibînin. Loma ji kesên jêhatî re wer tê gotin."

Lê ev car ew agahî têra min nekirin. Min wateya vê gotinê fehm kiribû, lê mi peyva 'qotel' jê pirsî, û wê jî nizanîbû bersiv bide.

'Gava ez buçûk bûm, kurê min, jineke Eftarî/Dêrtoyî (gundên li sînora navçeya Xelfetî) di gundê me de hebû. Dayika sê kur û keçekî bû û wê zarokên xwe bi serê xwe xwedî dikir. Min vê gotinê ji wê bihîstibû.'

Min navê gundê wê jinê bi rêya înternetê lêkoland - û saxiya Wîkîpediya kurdi ez li çend agahiya van gundan hatim. Derketibû holê ku ew gund gundên herî rojava/bakur ên Xelfetî ne, û lewra sînora wan him digihêje ber ava Ferêt, him jî sînora wan bi ya parêzgeha Eyntabê/Dîlokê yek e.
Gotina 'Qotel' tê çi wateyê min dernexist. Dîsa saxiya Wîkîpediya kurdî derket holê ku peyva 'Qotel' navê gundekê ye û dikeve nav sînorên parêzgeha Eyntabê (Dîlokê). Navê gundê bi romî 'Tarlabaşı' ye. Min ji ber meraqê xwest bi rêya bernameya Google Earth li vî gundî bigerim - û bi dîtina dîmenê matmayî mam:

Gundê Qotelê (Tarlabaşı) yê ku di nava sînorên Eyntabê ye, him li ber sînora Riha-Xelfetiyê hatiye avakirin him jî gund li hemberî gundên Dêrto û Eftar disekine!

Dibe ku heta demekê bizinên Qotelê rastî ecibandin û eleqeya gelê gundên Eftar û Dêrto yên navçeya Xelfetiyê hatibin. Gundiyên Qotelê bizin û dewarên xwe li ber çemê Ferêt dabûn çêrandin - û çima ku ev der tijî av û keskawî ye, qey nêriyên Qoteliyan jî xorttir dibûn.
Gelo dibe ku ev gotina pêşiyan wiha pêk hatibe?

Heger werganî ye, wê çaxê evya ji min re carekî nîşan dide ku heqqet jî di her gotinê pêşiyan de felsefeyeke xweza girêdayî û mirov nasî heye...

Comments