Min te qet ji bîr nekiriye...


Gelo qet tê bîra te ew rojên ku me bi hev re dileyst? Rojên me yên hevpar, çiqas dirêj bibin jî, bi min hertim kin dihatin. Çiqas ber diketim ez, dema em her du ji hev vediqetin û ez dîsa vedigeriyam mal. 
 
Mala me ji mala we dûr bû. Em dihatin bajarê we, û me tenê mehê carek karibû bihata bajarê we. Min ji vî bajarî hez nedikir helbikî. Bajarekî ewqas mezin, paytexteke xwînsar... Bi min wek bajareke bêreng dihate xuya. Ji ber te ev bajar êdî bûbû paytexta dilê min jî.
 
Mehelleyên xwe dişibiyan hev. Mal bi mal, ziqaq bi ziqaq, rê bi rê.
 
Heta ku em diketin hindurê mehelleya we. Bînayên 24 qatî, dîwarên xwe bi betonên qalind û qirêj pêk dihatin. Ez bi pencereyên ew bînayan pir ecêb dimam. Li hemberî bilindbûna bînayê min pencerên yek metreyî pir biçûk dihesiband. Dibe ku qasî destê min bin, min bi xwe re wiha digot.
 
Ew bîna ji dûr ve wekî malikên leystokê bûn, wek yên ku min li mala xwe ji kevirên LEGO yê avadikir. Di her dema avakirina malikekê de tu dihatî bîra min. Û xemgîniyek dikete dilê min, çima ku ez ne bi te re bûm. Bo ku vê xemgîniyê ji dilê xwe biqewtînim, min bi awayeke bi hêrs wan malikan dişaetand. Dilê min pê hunik dibû. Di van deman de kêfa min gelek bi şaetandin a tiştan dihat.
 
Li pencerên bînaya we dinêrim. Her ku çavên min ji jortir ve diçin, ev penceran her ku diçin biçûktir dibin. Ka tu jî jpiştî pencerekî tê xuya ecebe?
 
Ez qet nawêrim heya bilindtirîn penceran binêrim. Ditirsim ku xwe wenda bikim.
 
Wextê ez diketim mehelleya we, her dar, her kevir, her xanî TE dixist bîra min. Tu li her derê bûyî. Lê tu nedihatî xuyanê. Dengê te dihate min, lê gava min li piş xwe dinihêrt kesek tunebû. Gava em diketin mehelleya we, destê min hertim di destê dayika min de bû. Tu li her derê bûyî ji bo min, lê tu nedihatî xuyanê. Bi tirsa ev hebûn û tunebûna te ez digirijiyam, ji ber vê bû min nedixwest destê diya xwe berdim.
 
Zarokatî...
 
Em diketin asansorê. Dîwareke wê ji eynikeke mezin pêk dihat. Min di her hatina me de bi rêya eynikê li xwe dinihêrt, û min te li aliyê xwe xeyal dikir. Xeyal be jî, ez berkenî dibûm bi dîtina rûyê te.
 
Û rojên ku em bi hev re diçûn parqê bileyzin, cihê me yê herî taybet hêlanek bû. Me bi hev re xwe hêl dikir. Te bi min re deng dikir, û min ji xwe guh dida te. Min nedixwest dengê te bibirim, ji ber ku ez ji dengê te têr nedibûm. Min çiqas guhdariya te dikir, ewqas dilxweş dibûm. Ji ber ku min dizanî, emê piştî du-sê rojan dîsa ji hev veqetin. Min hewl dida mekanê te, hebûna te ya di hundirê dilê min de nubikim, digel hemû bîranînên me yên hevpar. Bo ku bila, wextê em ji hev veqetiyan, umrê ew bîranînan dirêjtir bibin.
 
Nêzî 15 sal derbas bûne, û hê jî tu tê bîra min. Di her vê demê de fehm dikim ku, min te qet ji bîr nekiriye.
 
Û ezê ti car ji bîr nekim...

Comments