Kurdên Azerbaycanê

Kurdên Azerbaycanê navê yek ji komên diasopra yên kurdên li Qefqasyayê ye.

Dîrok

Dîroknas dibêjin ku hebûna kurdên li Azerbaycanê digihêje heta 9mîn sedsalê. Li gorî vê yekê eşîrên kurd ên koçer di sedsala 9mîn de xwe li herêma di nava Qerebax û Zengezur de bi cih kirine. Di wê demê de 600 malbatên kurd di bin pêşgirtina Mihemmed Sefî Siltan de ji Emperatoriya Faris koçî xanişîna Qerebaxê dikin.

Herwiha, komeke din a kurd di sala 1885'an de ji Emperatoriya Osmanî koçî heman herêmê kirine. Îhtîmal e ku ev kom bi awayeke fireh li herêmê belaw bûne (bi taybetî li Laçîn, Kelbajar û Qûbadlî) û bi vî havî pirraniya kurdên ku îro li Azerbaycanê dijîn ji wan pêk tê.
 
Wek kurdên Xorasanê, kurdên Azerbaycanê jî misilmanên şîî ne. Ji ber ola hevpar a di nava gelê azerî û kurdên Azerbaycanê de û ji ber hin perçeyên wekhev ên hunerê gelheya kurd a li Azerbaycanê zû rastî asîmîlasyonê bûn. Lewra pirraniya wan di dawiya 19. sedsalê de asîmîle bûn. Îstatîkên ji sala 1886'an nîşan didin ku gelek kurdên li Cebrayil, Araş û Ciwanşîr (Javanshir) zimanê azeriyê weke zimanê yekemîn/zikmakî bikaranîne. Piştî yekemîn jimariya gelheyê ya sovyet a sala 1926'an, ji 37.200 kurdên Azerbaycanê tenê 3.100 (8%) bi kurdî axivîn.
 
Ji sala 1920'an bi şunde jimara kurdên Azerbaycanê dîsa kêmtir bû, ji ber ku beşeke mezin koçî Ermenistanê kirin û li wir gundên nu yên kurdan avakirin. Di heman demê de kurdên Azerbaycanê li Laçînê (rojavayê Qerebaxê) bûbûn xwediyê herêmeke xwe û navê Kurdistana Sor lê dan. Bi rastî jî, gelheya Laçînê (digel bajarên wek Kelbajar, Qûbadlî, Karakuşlak, Koturli, Murad-Qanlî û Kurd-Hecî) bi pirranî ji kurdan pêk dihat. Di sala 1930'an de Kurdistana Sor hat belawkirin û hemwelatiyên wê jî êdî wek azerî hatin hesibandin.
Di salên 1930'î de pirraniya kurdên Azerbaycan û Ermenistanê hatin gelş kirin û li Qazaxistanê hatin bicihkirin. Herwiha, di sala 1944'an jî kurdên Gurcistanê bûn qurbanê siyaseta tunekirinê ya Stalîn. Piştî sala 1961'an bi rêveberiya Mehmet Babayev li Bakûyê hewldanên bo wergirtina mafên kurdên Azerbaycanê hatin kirin, lê ew bê encam man.
 

Rewşa kurdên Azerbaycanê îro

Reqamên fermî didin nîşan ku îro li Azerbaycanê 12.000 kurd dijîn, lê li gorî çavkaniyên kurd ev reqam digihêje 200.000'an. Pirsgirêk ev e ku, dîroka kurdên Azerbaycanê bi tevahî ne diyar e. Meriv bi gelemperî kare bibêje ku reqamên fermî yên azerî û yên kurdan li hev nayin. Wek mînak: li gorî jimariya fermî ya sala 1979'an li Azerbaycanê kurd nînin.
 
Lihevnehatina çavkaniyên azerî û yên kurdî ji siyaseta azeriyan ali dijî kurdan pêk tê, ya ku pir dişibe siyaseta dewleta tirk. Lewra teknîkên vê siyasetê jî li ser asîmîlekirin, manîpulasyona raqamên fermî, tune hesibandina kurdan û qedexekirina zimanê kurdî wek zimanê perwerdehiyê. Ewqas ku, rewşenbîrên kurd ên wek Şerefxanê Bedlîsî û Ehmedê Xanî - û heta hanedana Şedadî (Shaddadid) - wek azerî tên hesibandin.
 
Kurd hê jî tên heramoyî kirin: gelek kurdên ku di nasnameya wan de kurdî wek zimanê zikmakî hatiye nivîsîn nikarin kar bibînin.

Comments