Çêwek (bi tirkî: Çebekoğlu), gundeke navceya Xelfêtî ye û di parêzgeha Rihayê de cih digre.
Erdnîgarî
Gundê Çêwek li ser sînora parêzgeha Riha
û Dîlokê radiweste û yek ji gundên herî bakûr ên Xelfêtî ye. Li
rojavaya Çêwek gundên Dîlokê, li bakûrê jî gundên Elihê têne dîtin.
Behra Feratê ji gund 1 km dûr e û sînora parêzgehên Riha û Dîlokê diyar
dikin. Ji bajarê Rihayê 123 km, ji yê Xelfêtiyê 32 km û ji Dîlokê 117
km dûr disekine. Jimara gundiyan di sala 2000an nêzî 173 bû, ji wan 99
jin û 74 mêr bûn. Nêzî 65 mal di gund de hene.
Bi cih bûn
Gundê Çêwek li ser tepeke hatiye
avakirin û lewmane bayek hunik hertim ji ser ve derbas dibe. Behra
Ferêt 1 km ji gund dûr e û li basûr-rojavayê gund derbas dibe, lê ji
ber ku rêya dice behrê dijwar e nemimkûn meriv bi alîkariya erebe
biguhêje wê derê.
Derdorê gund tijî darên zeytûn û
fisdeqan bin jî (yên ku ji boy cotemeniyê hatina candin), darên xwezayî
jî di vê herêmê de têne dîtin. Li basûrê bax û baxce, li bakûr û
rojavayê jî erdên betal ên ku ji boy cêrandina mih û sewalan tên
bikaranîn. Daristaneke bicûk û xwezayî li Qada Guran (li rojavayê) peyda ye. Ew daran gelek hêdî mezin dibin û ne di bin parastinê de ne.
Avhewa
Îqlima herêmê weke ya Behra Spiyê ye, lê
demsalên herêmê dijwar derbas dibin. Mehên Hezîran heta Gelawêjê gelek
hişk derbas dibin. Di zivistanê de bi gelemperî pir berf dibare. Bayê
ku ji hêla Ciyayên Torosê tê zivistanê dijwartir dike.
Ajalên xwezayî
Li derdorê gund ajalên xwezayî - wek
rovî û gur - dijîn. Tê gotin ku li kenarê Ferêt pisika kûvî/givir jî
hatiye dîtin. Heta salên 90iyan di vê herêmê de bizinên ciyayê jî
hebûn. Yek ji ajalên ku jimara xwe zêdetir bûye gur e. Li gorî gundiyan
eftar jî hatine dîtin.
Li bakûrê gund ji dûr ve Çiyayên Torosê
têne dîtin. Heta meha Gulanê serê wan ciyan ji ber berfê gewr in.
Xuyana ew ciyan ji boy herêmê taybet in.
Ahagiyên sosyolojîk
Çêwek heta salên 1990iyan girêdayî gundê
Keferanê bû û ji vê demê bisunde xwe ji keferanê veqetand û bû gundeke
serbixwe. Ceyran di sala 1985an û ava vexwarinê jî di sala 200an de
gihîstin gund. Ji ciwanên gundan sedî 85 ji ber sedemên aborî kocberiya
xurbetiyê kirine. Di gund de dibistanek û dikanek hene. Wekî din gund
xwediyê girêdayî înternet-cafeke ye û girêdayî înternetê jî buye.
Civaka gund zêdetir ji kal û pîran pêk
tê. Heman heman gîs mêriyên hev in û lewmane têkiliyên xwe bi hev re
rind in. Malên gundiyan nêzî hev in, bi pirranî duqatî ne û ji boy sert
û mercên wê derê modern xuya dikin. Qata jêrîn weke axir ji boy
xwedikirina heywanan tê bikaranîn.
Gelê gund bi cotemenî û ajaldarî xwe
derbas dike. Wekî din, gundiyên li derva welêt pere disînin malên xwe û
alikariyê didin gundiyan. Bi taybetî ji ber pirsgirekên aborî gelek
gundî ji sala 1960an ve kocberiya Ewrupa kirine.
Gelhenasî
Sal | Gelhe |
---|---|
2009 | 213 |
2000 | 173 |
Comments
Post a Comment