Gotinên Mehmûd û Hemê Hundo rast derketin - kurteçîrok


Mehmûd û Hemê Hundo...
Her du brayên hev bûn
û her du jî kal û kor bûn.

 
Tê gotin ku berî demeke dirêj (40 - 50 salan berî vê) wan li gundê Hemqê di şkefteke de dijiyane.
Etar bûne û ji ber vê yekê bi meşê gundên li der û dorê digeriyane.

Tiştên firotinê jî bara piştê kerekî dikirine.
Pir caran dihatine gundê me jî.
Çima ku rêya wan dûr û dijwar bû, wextê digihîştin gundê me, ji gundiyan tasek dew û du nan dixwestin. Gundiyên me yên ku didîtin ewan tî û westiyayî bûne, ji wan re tasek dew û du nan dibirin.
Lewra Mehmûd û Hemê Hundo ji aliyê gel ve dihatin hezkirin.

Rojekê Mehmûd û Hem hatine gundê me, geriyane û etarî dikirine:

Werin beniştan!...
Werin savonan!...
Werin şayan!...

 
Gundiyên me pir ecêb diman.
Herdu jî kor bûn, lê bi serê xwe hemî gundên der û dorê digeriyan.
Û ne bes e, rêyên xwe pir baş nasdikirin.

Kor bin jî, dizanibûn kîcax sibe ye. Kîcax nîvro û kîcax êvar e.
Kor bin jî, dizanibûn çi di destê wan de ye.

Gundî tiştekî didane destê wan û li wan dipirsiyan ka di destê wan de çi heye.

Digotin "Ev çilê tehwîyan e".
Digotin "Ev pereyê hesinî yê 200î ye".

Yek caran jî Mehmûd û Hem, li derheqê pêşerojê tistên ecêb digotin. Hinek bi van gotinan dikeniyan, hinekên din jî, bi taybetî zarok, bi meraqeke mezin guh didane wan.
Yek ji gotinên wan wihanî derbasî dema me bûye:
 
Ê rojek bibe kerên hesinî hebine.
Ê werine ber lingê merivan û gelek kes ê karibine lê siwar bibine.

 
Kerên hesinî…
 
Hinek ji ber gotinên wan bikenin jî, rojekê tişteke xerîb û ecêb ji dûr ve nêzî gund dibe.
Di vê demê de hinek zarok bi dengê wê hişyar dibin, xwe kom dikin û ji tirsan ve bang li dayik û bavên xwe dikin. Hinek dayik xwe li deng digrin û diçin cem wan. Zarok xwe li pişt dayikan vedişêrin û ji wan dipirsin gelo ev tiştê mezin ku bi deng û toz nêzî wan dibe çi ye!..
 
Tam di vê demê de gotinên Mehmûd û Hemê Hundo tên bîra jinan.
 
Ji hev re dibêjin:
"Te dît ji xwe re? Gotinên Mehmûd û Hemê Hundo rast derketin. Kerê hesînî ev bûye!"

 
Jin ecêb dimînin...
 
Kerê hesinî li ber lingê wan disekine. Û xwediyê wê ji jinan dipirse:
"Ka hûn lê siwar nabin? Emê ber bi Goganê ve herin!"
Jin serên xwe wek bêjin "na" dihejînin û kerê hesînî bi deng û toz berdewama rêya xwe dike...

Comments