"Fisss...!" (kurteçîrok)


Hefteya çûyînê ez digel birayê xwe yê biçûk ketime marketa mobîlyayê. Li wir min xwest ji xwe re dolabeke nu bistînim. Çima ku min hê nu dest bi mamostetiyê kiriye, karê min bi amadekirina waneyan û xwendina pirtûkan derbas dibe. Lewra jimara pirtûk û dosyayên di odeyê min de her ku diçin zêdetir dibin. Axirî, dolabeke min hebe jî, ew dolab bi pirtûk û dosyayên mamostetiyê tijî bûye jî!

Wextê ez di hundirê marketê de geriyam, çavê min li aleteke spî ket: qasî telefona malan bû û wekî telefoneke spî jî xuya dikir. Lê min ferq kir ku ev ne telefon e. Piştrev hate bîra min ku, min vê aletê gelek caran di reklamekê de dîtiye. Reklam jî pir rind di bîra min de bû. Senaryoya reklamê wiha bû:  Jina malê – yeka bejin zirav û porzer – li malê ye û xwarina êvarê amade dike. Ji ber vê yekê behna xwarinê li salonê belaw dibe. Tam di vê demê de ekran ev aleta spî nîşan dide: Bêyî ku kesek destê xwe lêke, alet dengekî derdixe.

„Fisss...!“

Bi derxistina vî dengî ev alet behneke fireh dide malê.
Aleta ku em behsê dikin, parfumeke otomatik ya malan e.

Ev parfuma spî ya malan pir bala min kişandibû, û loma min biryar da yekê ji dayika xwe re ji mala me re bistînim.

Ez hatim malê û min diyariya xwe da dayika xwe. Wê di destpêkê de nizanîbû ka ev alet çi ye, lewra min ji diya xwe re wiha got: „Evya parfumeke otomatîk e, ji bo malan e. Tu pîlan lêdikî û ev alet her nîv saetê carekê behnek derdixe û dide salonê.“ Me parfuma otomatîk ya salonan danî salona xwe, em di salonê de rûniştin û bûna sahîdê vê yekê. Parfuma otomatik got „Fisss!“, û bi fissîniya xwe behneke xweş da salonê. Ev behn hate dayika min, û wê bi balkêşiyê serê xwe hejand.  „Tişteke ecêb e kuro!“.

Rojek derbas bû, cîrana me hate mêvantiyê, û wek herdem ew û diya min di salonê de rûniştin û dest bi soxbeta xwe kirin. Haya cîrana me ji parfuma me ya otomatîk tune bû, û me jî jê re negot ji ber ku em êdî fêrî bûbûn.

Parfumê bi carekê deng da.
"Fisss...!"
Cîrana me hişyar bû.
“Ev çi deng bû kecê?!” wê pirsî. Diya min li min nêze kir, em berken bûn lê me bersiv neda û wan bi soxbetê berdewam kirin. Deqqek derbas bû - û te digot qey cîrana me ketiye şoqê:

“Pîîîîî!... Ev behna xweş ji ku hat?! Ez bala xwe didim hêla behnê, lê ti kes tune ye! Çawa dibe?!”
Li der û dora xwe nihêrt, mîna ku tişteke pir ecêb pêk hatiye. Nikarîbû sedema vê bûyerê eşkere bike. Kenek kete me, ez û diya xwe em ji dil ve keniyan. Me jê re got ku ev behna ji ev parfuma me ya otomatik tê, ya ku me ji bo salona xwe kirîbû. Bi vê daxuyaniyê wê jî dest bi kenê kir.

Ji vê rojê pê ve her ku parfuma me ya otomatik “Fisss!” dike û behneke xweş dide salonê, ev buyer tê bîra min. Û ez berken dibim. Ji ber ku ev bûyera cîrana me tê bîra min

Comments