Dankutan


Dankutan kevneşopiyeke çandî ye û pê re genim bi haviyeke hunerî tê lêxistin, da ku genim ji hev keve û meriv pê bulxur û ardê çêbike. Dankutan di çanda Kurdan de rolekî pir mezin dileyze û him di hêla sosyolojîk him jî di hêla hunerî rîtueleke balkêş e.
 

Rîtuela dankutanê

Dankutan di gelek civatên Rojhilata Navîn de tê dîtin û dîroka dankutanê mixabin baş naye zanîn (?). Di civata Kurdan de dankutan bi pirranî ji aliyê mêran ve tê kirin, lê jin jî yek caran vî karî dikin. Di rîtuela dankutanê de gund piştî ku genim kom kirine ji boy lêxistina genimê tê cem hev, da ku genim bi dankutanê ji hev bikeve û meriv karibe jê bulxur yanjî ard çêbike.
Ji bo ku rîtuela dankutanê were lidarxistin du alet pêwîst in:
 
  • Mîrkut (aleteke bitexte ye û ji boy lêxistina genimê tê bikaranîn)
  • Sokanî (kevireke bi kort e û bi genimê tê tijîkirin)
 
Li gorî mezinbûna sokaniyê ku li ser alaneke tal disekine (bi pirranî di navenda gundan de) sê-çar mêr yanjî jin li derdora sokaniyê kom dibin. Di destên her yekî de mîrkuteke bitexte heye û ewan bi dorê, mîrkutê li hindura kortê dixin. Bi dorê ji wan her yek li mîrkutê dixin û hevokên bihêz emprovîze dikin. Ji vê emprovîzasyonê rîtmek bihevreyî tê girtin û wiha stranek avadibe. Bi vî awayî dîmeneke taybet derdikeve holê. Lewma gelek kes wek temaşevan tevli dankutanê dibin.
 

Stranên dankutanê

Stranên dankutanê li gorî herêmên Kurdistanê cûda ne. Mixabin ew stranan bi temamî ne hatine nivîsandin, lewma tenê hinek gotin tên nasîn.
Her yek dema ku mîrkutê li hindura sokaniyê dixe bi dorê gotineke dibêje, wekî:
Danê danê
Danê keşkê
Tê kutanê
Danê me ye

Rîtma dankutanê (û ya stranê) bi gotinên wiha tê girtin:
Tip ha
Himm ha

 

Straneke dankutanê

Strana Şivan Perwer ya bi navê Mîrkut li ser dankutanê hatiye nivîsandin. Di stranê de gotinên dankutanê jî hene, wekî:
 
Şivan Perwer - Mîrkut
Ehlê Narik ehlê nar in
Mirkut bînin vî ali, zend û bendan vê malî
Doxê bigirin û rakin, bila dangoh binalî
Him dano, him xwarino, him jiyano
Kesê nekin bê îmano, kesê bikin jîn û jîyano

Hey ne li mal e ne li mal e, lawik hate pêş mal e

Ber bira te bê hal e, ji kerba keçikê dinale
Xwêda ava bike vê malê, keçikê bike li bermalî

Danê me ye, pel kuteye

Ew xwêdana, eniya me ye
Axa nexwe, xatûn nexwe
Ev ji keda, destê me ye.

Lawno rabin dan lêdan in, tev lê bidin nan û dan in

Zar û zêçên me birçî bûn, li payiz û zivistan in
Spas ji xwêdayê xwe bikin, daye me ev nan û dan e
Bila emrê me wiha neçe bê azadi bê îman e.
 
Şivan Perwer - Mîrkut (vîdeo)

Comments