Kurtejiyan
Sakîna di zarokatiya xwe de bala xwe dide muzîkê û di ciwantiya xwe de perwerdehiya muzîkî û ya dengê distîne. Di salên 90'î de ew dibe endama Navenda Çanda Mezopotamyayê û bi vî rengî dest bi kariyera muzîkê dike. Li ser navê navendê tevlî gelek bernameyên welêt dibe.Wek hemû endamên navendê, ew jî ji ber gotinên stranên xwe yên bi kurdî rastî zext û zordariyên dewletê tê, ji ber ku di wan salan de ziman û hunera kurdî bi tevahî qedexe ye. Ji ber zext û zordariya li ser nasnameya kurd hinek rêhevalên wê yên hunermend tên kuştin.
Li dijî vê tahlûkeyê Sakina dev ji muzîkê bernade û hunera xwe bi konserên îllegal dimeşîne - ta ku neçar dimîne û mecbûr dibe ji zext û zordariya dewleta tirk bireve. Heya demekê wê jiyan û xebata xwe li Ermenistanê meşand, piştre derbasî başûr dibe û wek aktîvîsteke azadiyê şoreşa xwe ya hunerî li wir didomîne.
Piştî çend salan ew koçî Viyana, Awistriyayê dike û hê jî jiyana xwe li wir dimeşîne.
Sakîna Teyna - Ey Xabûr
Comments
Post a Comment