Azam Ali - dengê xewneke şîrîn


Azam Alî li paytexta Îranê Tehran jidayikbû, lê bi 4 saliya xwe malabata wê koçî Hindistanê bû. Lewra wê umrê xwe yê ciwantiyê li herêma Maharastra li bajarê Pancganî (Panchgani) derbas kir. Wê li wir dibistana xwe dît û piştî 11 salan qedand. Ji ber bandora çand û hunera zelal a hindî ew biryar dide ku piştî dibistana xwe ya bingehîn derbasî zaningehê bibe û beşa Muzîka Hindî bixwîne. Di çarçoveya pewerdehiya zaningehê de bala wê ya ji huner û ruhaniyetê her ku diçe meztir dibe. Lewra ew dixwaze bi alîkariya hunerê ji guhdarvanan re rêyek nîşan bide bo qezenckirinên manewî.
 
Şoreşa Îslamî ya Îranê jiyana wê û ya hemwelatên wê bi tevahî diguhêrîne. Êdî ew û malbata wê dizanin ku ewê nikaribin vegerin welatê xwe. Digel vê rastebîniyê dayika wê di sala 1985'an de biryar dide ku tev malbatê koçî DYA (California) bikin. Di wê demê de Azam hê keçeke 15 salî ye. Ji vê rojê pê ve ew jiyana xwe diyarî hunerê dike û fêrî santûrê dibe, bo ku karibe xebatên xwe yên li ser muzîka farisî û hindî firehtir bike. Bi vî havî Azam, ya ku heta neha bi xwendina kilaman xwe dabû hunerê, êdî dest bi leystina enstrumanên çandî yên oriyantal dike û bi alîkariya mamosteyê farisî Manoocher Sadeghi giraniyê dide santûrê. Mamoste Sadeghi 8 sal perwerdehiya santûrê dide Azam Alî, lê Azam êdî fehm dike ku ew nikare tenê bi rêya santûrê hemû hestên xwe bîne ziman.
 
Rojek di dema waneyê de mamoste cara ewil guhdarî dengê wê dike û wiha rastî potansiyela dengê Azam dibe. Sadeghi dixwaze ku bila Azam êdî girainyê bide dengê xwe jî. Bi pêşniyariya mamoste Sadeghi Azam hewl dide dengê xwe binase. Azam êdî perwerdehiya strankirinê distînê û wiha xwe di kilamgotina klasîk, hindî, farisî û Ewropaya Rojhilat xwe pêş dixe. Armanca Azam ev e ku bila mirov bi rêya stranan hemû sînorên ol, ziman, erdnigarî û siyasetê derbas bike û nêzî hev bibe, ji ber ku ew dengê mirovan weke enstrumaneke pîroz û xurt dibîne.
 
Azam Ali - Lay Lay (Kurdî-Soranî)

Azam Ali & Niyaz - Beni Beni (Tirkî)

Comments